Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, heyetek ku tê de akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hebûn, mazûvanî kir.
Heyeta ku ji akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk dihat, û tê de sosyologê Îrlandî John Holloway, siyasetmedarê Baskî (Îspanya) Josu Estarrona, endamê Parlamentoya Hindistanê Aneel Prasad Hedge, mîmar û plansazê bajaran ê Îtalî Daniela Patti jî hebûn, yên ku beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê hatibû lidarxistin, bûn, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar Bucak bi mêvanan re hevdîtinek pêk anî. Di serdanê de li ser geşedanên rojane gotûbêj hatin kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevanî û hevgirtinê.
Werger: Omer Dilsoz