Print this page

Konseya Bajêr a Amedê, bi rojeva Hewsel û Pira Dehderî dicive

32yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, bi rojeva avaniya bêplan a li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî û dagirkirina qadên bikaranîna hevpar ên bajêr, dê di 10ê Çileyê de bicive.

32yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, bi rojeva avaniyên bêdestûr û dagirkeriyên ku di dema dawî de li bajêr zêde bûne, dê di 10ê Çileya 2026an de bicive. Bi taybetî zirara ku avaniya bêplan a li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ya dîrokî dide tevna bajêr, dê di nav mijarên pêşîn ên rojevê de cih bigire.

Di çarçoveya biryara ku di civîna Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a di 3yê Kanûnê de hat kirin de, di lijneya giştî de ne tenê ev du herêm, di heman demê de dagirkeriyên li hemû qadên karanîna hevpar ên bajêr (meydan, cade, kolan û peyarêk) jî dê bi berfirehî bên destgirtin.

‘Ji bo paşeroja hevpar a Amedê hevdîtineke krîtîk’

Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Bajêr a Amedê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku 32yemîn Lijneya Giştî ya Asayî, ji bo çareseriya van pirsgirêkên ku rasterast bandorê li jiyana bajêr dikin dê zemîneke girîng pêk bîne. Di daxuyaniyê de cih dan van gotinan:

“Ji bo pêşîlêgirtina avaniyên bêkontrol û dagirkeriyên li qadên giştî yên ku mîrata dîrokî, çandî û xwezayî ya bajarê me tehdîd dikin, em gelê xwe û hemû aliyên peywendîdar vedixwînin ku beşdarî pêvajoyê bibin. Lijneya giştî ya ku dê di 10ê Çileya 2026an de bê kirin, li ser navê xwedîderketina li paşeroja hevpar a Amedê dê bibe hevdîtineke krîtîk.”

Biryar dê bi raya giştî re bên parvekirin

Tê payîn ku biryarên di lijneya giştî de bên girtin, bi sazî û dezgehên têkildar re bên parvekirin û pêşkêşî raya giştî bên kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery