Print this page

Perwerdeya hişmendiya jîngehê ji xwendekaran re hate dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo afirandina hişmendiya paqijiya jîngehê, li dibistanên bajêr li ser mijarên “Paqijiya jîngehê, vezîvirandin, sifir bermayî û guherîna avhewayê” perwerdehiyê dide.

Ji bo ku hişmendiya parastina jîngehê di temenê zaroktiyê de were bidestxistin, perwerdehî ji hêla personelên teknîkî yên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê û Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî ve ji bo xwendekarên dibistanên seretayî û navîn têne organîzekirin. Di vê çarçoveyê de, li navçeya Erxenî, ji bo xwendekarên Dibistana Seretayî ya Mehmet Akif Ersoy û Dibistana Navîn a Cumhuriyetê perwerdehiya hişmendiyê hate lidarxistin.

Di perwerdehiyên li dibistanan de, agahiyên teorîk û pratîkî li ser mijarên wekî “hesasiyeta li hemberî jîngehê, bikaranîna çavkaniyan a bi bandortir, kêmkirina çêbûna bermahiyan, piştgirîkirina armancên sifir bermayî, veqetandina bermahiyan li çavkaniyê, girîngiya vezîvirandinê, çavkaniyên enerjiyê yên nûjenbar û nenûjenbar, bandorên bataryayên xerabûyî (pîlên avêşk) li ser jîngehê û rêbazên berhevkirina wan ên rast, zirarên jîngehî yên rûnên nebatî yên bermahiyî û jinavbirina wan, bandorên guherîna avhewayê” ji xwendekaran re hatin dayîn. Di çarçoveya perwerdehiyê de, li dibistanan qutiyên vezîvirandinê û qutiyên bataryayên xerabûyî hatin belavkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin wê di seranserê sala xwendinê de perwerdehiyên paqijiya jîngehê yên ji bo zarok û ciwanan bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery