Şaredariya Amedê modela vezîvirandina bermahiyan a Rennesê lêkolîn kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji bo pêşxistina rêveberiya bermahiyan û sepanên vezîvirandinê, li tesîsa bermahiyên zexm a Şaredariya Rennesê lêkolîn kir.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê û Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li tesîsa bermahiyên zexm a Şaredariya Rennesê ya li herêma Bretonya ya Fransayê, lêkolîn pêk anîn.

Di serdanê de, rayedarên tesîsê tevahiya pêvajoyê, ji veqetandina bermahiyan a li çavkaniyê heta veguherandina wan a enerjiyê, bi hûrgilî vegotin. Rayedaran, derbarê polîtîkayên bermahiyan, stratejiyan û çanda vezîvirandinê ya ku li bajêr tê sepandin de agahî parve kirin. Di gotûbêjan de, karên hevbeş ên ku dikarin di vî warî de di navbera her du şaredariyan de bêne kirin jî hatin nirxandin.

Di lêkolînan de Rêveberê Daîreya Rêveberiya Bermahiyan a Îdareya Metropol a Rennesê Marie Neuschwander û Midûrê Yekîneya Tesîs û Bikaranîna Ji Nû ve Benoît Guigue, ligel ekîbên DBB bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31