Protokola xwîşkebajartiyê di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ya Fransayê de li Rennesê hate îmzekirin. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun destnîşan kirin ku protokola yekemîn, ne tenê hevkariyeke teknîkî ye, di heman demê de hevparî û nirxeke wekhevîxwaz û demokratîk e. Şaredara Rennesê Nathalie Appéré jî got, ev dostaniya 40 salî bi protokolekê bû fermî.
Protokola xwîşkebajartiyê di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennes a Fransayê de li Rennesê hate îmzekirin. Protokol, armanc dike ku di warên fireh de, ji rêveberiya bermayiyên hişk heta hevkariya çandî, karên hevpar werin meşandin. Protokol ji aliyê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, û Şaredara Rennesê Nathalie Appéré ve hate îmzekirin. Ev protokol, piştî 20 salan protokola xwîşkebajartiyê a yekemîn e ku Rennesê pêk tîne, di heman demê de protokola yekemîn a hevkariya fermî ya navneteweyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
'Êdî ev der mala we ye'
Şaredara Rennesê Nathalie Appéré, di merasîma îmzeyê de axivî, bal kişand ser wateya gerdûnî ya ku mirovan li dora muzîk û çandê dicivîne, û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û endamên heyetê li avahiya şaredariyê mêvan dikin. Appéré, got, ji bo wan rûmeteke mezin e ku heyeta Amedê li vê derê, ku ew wek mala gel dibînin, em wan dikin mêvan û got, "Êdî ev der mala we ye."
'Pêngaveke dîrokî hate avêtin'
Appéré, da zanîn ku dostaniya nêzî 40 salî bi vê protokolê bû fermî û got, ji bo yekbûna kok û qedera her du bajaran pêngaveke dîrokî hate avêtin. Appéré, destnîşan kir ku ev peyman wateyeke cuda hildigire, ji ber ku piştî 20 salan protokola xwîşkebajartiyê a yekemîn e ku Rennesê îmze dike. Appéré, bi bîr xist ku kevneşopiya xwişkebajartiyê ya Rennesê xwedî rabirdûyeke xurt e û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya her hevkariyê.
'Pêvajo di sala 1979’an de dest pê kir'
Appéré, anî ziman ku protokola xwişkeşaredartiyê, ne tenê di navbera du saziyan de ye, di heman demê de parvekirina nirxan e ku ji bo avakirina paşerojeke aştiyane di navbera du gelan de ye. Appéré, got têkiliyên navneteweyî yek ji warên bingehîn ên xebatê yên bajarê Rennesê ye. Appéré, behsa dîroka piştgiriya bi Amedê re kir û got, pêvajoya ku di sala 1979’an de bi bangawaziya Mehdî Zana dest pê kirî, di navbera salên 2009–2011’an de bi projeya nûavakirinê ya Taxa Ben û Senê re kûr bû. Appéré, anî ziman ku bi pêvajoya qeyûm a sala 2016’an û girtina hevşaredaran re têkilî qut bûn, lê tevî vê jî têkoşînê berdewam kir û bangawaziyên piştgiriya li dijî binpêkirinên mafan hatin domandin.
Hevparî di navbera gelan de
Appéré, destnîşan kir ku xwesteka vejandina van têkiliyan piştî hilbijartina hevşaredaran ne tesadûf e û bi bîr xist ku hevkariya li ser projeyên berbiçav ên wekî cudakirina bermayiyan berê dest pê kiriye. Appéré, bal kişand ser ku ev pêvajoya nû, hevparî ye ku ji hevşaredarên hatine hilbijartin heta tîmên teknîkî û ya herî girîng jî di navbera gelên her du bajaran de ye.
'Îro rûpeleke nû vedibe'
Appéré, di axaftina xwe de spasiya Komeleya Piştgiriya Kurdî ya Bretonyayê kir û got, komele bi salan e di navbera her du bajaran de pirekê çêdike. Appéré, anî ziman ku Amed û Rennes xwedî kapasîteya mezinbûna nirxên mirovî û demokratîk ên hevpar in û got, "Îro rûpeleke nû vedibe; em ê berdewam bikin ku bibin îlhama hev û hev zengîn bikin."
Hevşaredar Bucak: Civîn xwedî wateyeke mezin e
Hevşaredar Serra Bucak, dest bi axaftina xwe kir û silav da hemû mêvanên di salonê de. Hevşaredar Bucak, got pêşwaziya germ û dostane ya Şaredariya Rennesê ew rûmetdar kirine û destnîşan kir ku ev civîn, ne tenê di navbera du şaredariyan de, di heman demê de ji bo mîrasa dostaniya dirêj û têkoşîna hevpar a di navbera gelê Kurd û Breton de xwedî wateyeke mezin e. Hevşaredar Bucak, bal kişand ser ku têkoşîna demokrasî, azadî û hebûnê ya ku gelê Kurd zêdeyî sed salî ye li dijî înkar û asîmîlasyonê dide, li Rennesê baş tê zanîn û got, ew bawer dikin ku ev piştgirî dê ji aliyê nifşên nû ve jî were domandin.
Hevparî û nirxên demokratîk
Hevşaredar Bucak, destnîşan kir ku piştî demekê ku 8 salan îradeya gel bi destdirêjiya qeyûm hatiye paşguhkirin, li Rennesê wek hevşaredarên hilbijartî werin pêşwazîkirin ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û tekez kir ku ev protokol, ne tenê hevkariyeke teknîkî ye, di heman demê de hevparî û nirxeke wekhevîxwaz û demokratîk e. Hevşaredar Bucak, got parvekirina tecrûbeyên di navbera her du gelan de, têkoşîna demokrasiyê û rêwîtiya azadiyê ya jinên Kurd dê hevdu xwedî bike û xurt bike.
'Cara pêşîn protokoleke biratiyê ya navneteweyî îmze kirin'
Hevşaredar Bucak, bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berê tu têkiliyên bajarê xwişk ên navneteweyî nebûne, anî ziman ku ji ber polîtîkayên zextê ev yek ne mimkûn bûye, lê îro yekemîn car protokoleke biratiyê ya navneteweyî îmze kirine û got, "Rennes bûye yekemîn şaredariya xwişk a biyanî ya Amedê, ev ji bo me gelekî bi qîmet e."
Hevşaredar Hatun: Pira dostaniyê hat avakirin
Hevşaredar Dogan Hatun, jî axaftina xwe bi Kurdî kir û bal kişand ser nirxa pîroz a zimanê Kurdî ji bo gel. Hevşaredar Hatun, bal kişand ser girîngiya dîrokî û sembolîk a Amedê, anî ziman ku yekemîn şaredarê Amedê yê hilbijartî Mehdî Zana, di roja ku dest bi kar kir, nameyek ji gelê Fransayê re şand û piştgirî xwest û pira dostaniyê ya bi Rennesê re di wan salan de hate avakirin. Hevşaredar Hatun, destnîşan kir ku îro ev dostanî veguheriye têkiliyeke xurt a saziyî û di navbera gelan de û bi bîr xist ku saziyên Kurdan li gelek deveran, nemaze li Rennes û Parîsê, bi gelan re têkiliyê datînin û spasiya hemû dostan kir.
'Benda biratiyê hate avakirin'
Hevşaredar Hatun, tekez kir ku protokola xwişkebajartiyê a ku bi Şaredariya Rennesê re hate îmzekirin ji hevkariyeke teknîkî gelekî zêdetir e û got, ev benda biratiyê ya rastîn e ku di navbera her du gelan de hatiye avakirin. Hevşaredar Hatun, got, "Amed ji bo me çi îfade dike, êdî Rennes jî heman nirxî hildigire" û anî ziman ku gelê Rennesê jî dikare Amedê wek mala xwe bibîne. Hevşaredar Hatun, got dema ku li bajêr geriya, dît ku tabelayan hem bi Fransî hem jî bi Bretonî hatine nivîsandin û destnîşan kir ku ev jî destkeftiya têkoşîna gelan e ji bo parastina mafên xwe yên çandî.
'Xwestin vê çandê bi gelê Rennesê re parve bikin'
Hevşaredar Hatun, bal kişand ser ku berhevkirina çandî ya gelê Kurd xwedî rabirdûyeke bi hezaran salî ye, anî ziman ku axa Amedê hilgirê şaristaniyeke 12 hezar salî ye, çanda wan navê xwe jî ji axa xwe girtiye û got, ev mîraseke pîroz e. Hevşaredar Hatun, got xwestin vê çand û zimanî bi gelê Rennesê re parve bikin û got, "Em hêvîdar in, hûn hemû werin Amedê û em vê çanda kevnar li cihê wê bibînin û bi hev re rûmetdar bikin."
Hatun, anî ziman ku tevî pevçûnên ku bi salan e li Rojhilata Navîn berdewam dikin, gelê Kurd tu carî li pey şer û xwînê nebûye, her tim parastina biratiya gelan û pêşketinê kiriye û got, protokol jî nîşaneya vê nêzîkatiya aştiyane ye.
Piştî merasîma îmzeyê, Hevşaredar Bucak û Hatun, bi Şaredara Rennesê Nathalie Appéré û beşdaran re govend gerandin.
Werger: Omer Dilsoz