Print this page

Li Rennesê ezmûna Şaredariya Pirçandî hate lêkolînkirin

 Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya serdanên xwe de, pêşî bi Daîreya Astengdaran û Gihîştîbûnê ya Şaredariya Rennesê re hatin gel hev. Di hevdîtinê de, der barê sepandinên gihîştîbûnê yên li bajêr hatine bicihanîn û xizmetên ji bo astengdaran de ji rayedaran agahî hatin stendin.

Karên Der barê Avahiya Pirçandî de Hatin Parvekirin

Hevşaredaran, piştre serî li Daîreya Ziman û Çandan ya Şaredariya Rennesê dan. Di serdanê de, xebatên der barê avahiya civakî ya pirçandî ya Rennesê de hatin destgirtin. Hevşaredaran, sepandina şaredariya pirzimanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi awayekî berfireh parve kirin.

Pêvajoya Veguherîna Zîndana Jacques-Cartier

Hevşaredaran, di çarçoveya serdanên xwe de, der barê pêvajoya veguherîna Girtîgeha Jacques-Cartierê – ku yek ji projeyên girîng ên veguherîna çandî ya bajêr e – bo navendeke çandî û hemwelatîbûnê de, ji rayedaran agahî stendin.

Avahiya ku di navbera salên 1903–2010’an de wek girtîgeh hatibû bikaranîn û di sala 2021’an de ji aliyê Metropola Rennesê ve hatibû kirîn, îro bi beşdariya gel veguherî qadeke çandî.

Hat ragihandin ku avahî, wek navendeke çandî ya zindî tê plankirin, ku ji pêşangeh, atolye, performans û beşdariya çalak a niştecihên bajêr re vekirî be.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery