Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, li Yenişehirê li Qada Jiyana Xwezayî ya di bin çêkirinê de û li Fabrîkaya Nanê Gel a li navçeya Rezanê, xebatên ku dihatin meşandin cih de lêkolîn kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, li qada jiyana xwezayî ya nû ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve li ser 195 donim axa taxa Ciksorê ya navçeya Yenişehîrê tê çêkirin, lêkolîn kir. Hevşaredar Bûcak a ku li qadê geriya, ku tê payîn nêzî 15 hezar ajal tê de bibin mêvan, der barê asta xebatan de ji rayedaran agahî girt.
'Qada jiyana xwezayî divê ji Tirkiyeyê re bibe mînak'
Di dema lêkolînan de Hevşaredar Bûcakê destnîşan kir ku wê nêzî 15 hezar ajal li ser 195 donim axê bên mêvandarîkirin, û tekez kir ku divê qad ji bo Tirkiyeyê bibe mînak. Bûcakê diyar kir ku piştî temamkirina pêvajoya amadekariyê, divê perwerdeyên veterîneriyê jî bên plankirin û got, li vê qadê wê sepanên mînak ên model bên esasgirtin. Hevşaredar Bûcakê der barê rewşa niha ya xebatan de agahî girt û xwest ku pêvajo bê lezkirin.
Hevşaredar Bûcak bi kedkarên li qadê dixebitin re sohbet kir û di xebatên wan de hêsanî xwest.
Lêkolîn li fabrîkaya Nanê Gel
Piştî lêkolînên li qada jiyana xwezayî, Hevşaredar Bûcak derbasî Fabrîkaya Nanê Gel bû, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ve li Taxa Baxcilar a navçeya Rezanê tê çêkirin. Hevşaredar Bûcak li tesîsa ku xwedî 4 hezar û 500 metrekare qada girtî ye û bi kapasîteya hilberîna rojane ya 100 hezar nan hatiye plankirin, geriya û der barê xebatên ku tên meşandin de agahiyên teknîkî girt.
Hevşaredar Bûcak bal kişand ser sepanên tenduristî û ewlehiya kar û destnîşan kir ku divê kontrolên pêwîst bi awayekî birêkûpêk bên kirin û xwest ku xebat di demeke kurt de bên temamkirin.
Di dema lêkolînan de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Ezîz Ozdogan û Serdar Bakiroglu û Endamê Meclîsê Mahmut Yokuş bi Hevşaredar Bûcak re bûn.
Werger: Omer Dilsoz