Print this page

Ayşe Şan, dê li Amedê bê bibîranîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê Ayşe Şan, ku yek ji kesayeta girîng a muzîka Kurdî ye, di 29emîn salvegera wefata wê de bi bernameyeke berfireh a du-rojî ku ji şano, panel û konserê pêk tê, bi bîr bîne.

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, ji bo hunermend Ayşe Şanê, ya ku wekî “Qiralîçeya Bê Tac” a muzîka Kurdî tê zanîn, di navbera 17–18 Kanûnê de bernameyeke bîranînê li dar dixe. Di çalakiyên du-rojî de, dê jiyan, huner û mîrateya Ayşe Şanê a li muzîka Kurdî ji aliyên cuda ve bêne nirxandin.

Lîstika şanoyê derdikeve pêş temaşevanan

Bernameya bîranînê, dê êvara 17ê Kanûnê saet 18.30an li Salona Çandê ya Elî Emîrî bi pêşandana şanoyê dest pê bike. Lîstika şanoyê ya ku ji aliyê Berfîn Zenderlîoglu ve hatiye amadekirin û jiyana Ayşe Şanê dike mijar, dê bigihîje temaşevanan.

Panel Dê Bê Lidarxistin

Di roja duyemîn a bernameyê de, 18ê Kanûnê saet 13.00an, dê li ser gora Ayşe Şanê a li Goristana Yenîkoyê bîranîn bê lidarxistin. Di heman rojê de saet 18.00an, dê li Salona Çandê ya Elî Emîrî panelek bi sernavê “Jiyana Muzîkê ya Ayşe Şanê” bê lidarxistin. Di panelê de, ku Saliha Ayata dê moderatoriya wê bike, Berfîn Zenderlîoglu dê bi sernavê “Jineke Muzîsyen û Hunermend: Ayşe Şan” û Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bi sernavê “Jiyana Ayşe Şanê û Cihê Wê di Muzîka Kurdî de” pêşkêşiyan bikin.

25 hunermend dê konserekê bidin

Piştî panelê, saet 19.30an dê konsereke taybet a ji berhemên Ayşe Şanê pêk tê bê lidarxistin. Bi konsera ku 25 hunermend dê derkevin ser dikê, dê deng û muzîka Ayşe Şan careke din li Amedê deng vede.

Cenazeyê Ayşe Şanê, ku di 18ê Kanûna 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû, di 18ê Hezîranê de anîbûn Amedê û bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hatibû veşartin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery