Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi karkerên jin ên ku di Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebitin re civiya û got, “Em hewl didin ku bi rengê xwe, bi nasnameya xwe ya jin di rêveberiyên herêmî de hebin û vî bajarî bi rastî bikin bajarê jinan.”
Civînên karmendan ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine lidarxistin ji bo nirxandina mercên xebat û daxwazên karmendan, plankirina gavên ji bo çareseriyê û destnîşankirina nexşerêya dema pêş de, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, ji bilî Hevşaredar Serra Bucak, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) Emra Dogan û Hayat Ozmez, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û karkerên jin beşdarî civîna ku li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariyê hat lidarxistin bûn.
Hevşaredar Bucak: Me hemûyan bi hev re ava kir
Hevşaredar Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku demeke dirêj e dixwaze bi taybetî bi xebatkarên Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê re bicive û got ku 20 mehên borî, her çend zehmet bû jî, pêvajoyeke bi hêvî bû. Hevşaredar Bucak wiha got: “Me her tim hewl da ku baş be, ku xweşiktir be. Me hemûyan bi hev re ava kir, me têkilî û nêrînên xwe sererast kirin. Dîtina hevalên me yên ji kar hatine dûrxistin dîsa di nav me de, beşeke girîng a vê pêvajoyê bû.”
‘Em hewl didin bajêr veguherînin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wêrankariya ku dewra qeyûman çêkiriye û tekez kir ku ev zîhniyet, zîhniyeteke ji gel, ji jinan û ji polîtîkayên civakî dûr e. Hevşaredar Bucak wiha anî ziman: “Em hewl didin ku bi rengê xwe, bi nasnameya xwe ya jin di rêveberiyên herêmî de hebin û vî bajarî bi rastî bikin bajarê jinan.”
‘Berpirsyariya me çend qat zêde bû’
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku Amed di Projeya Bajarên Jindost de ya Fona Nifûsa Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) de cih digire û yekane bajarê mezin e ku wekî bajarê jinan hatiye ragihandin û diyar kir ku ev rewş berpirsiyariyê zêde dike. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku divê xebatên sê salên pêş de bi vê perspektîfê werin plankirin û bal kişand ser girîngiya nêzîkatiyeke berfireh, ji plansaziya cihî (mekanî) heta îstîhdama jinan, ji perwerdeyê heta têkoşîna li dijî şîdetê.
‘Divê em guhertin û veguhertinê çêbikin’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku armanca sereke ya civînê guhdarîkirina xebatkaran e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin guhdariya we bikin, derdê civîna îro hinekî jî ev e. Her daîreyek zehmetiyên xwe hene. Rexne hene, pêşniyar hene, tiştên ku divê bibin lê bi ti awayî nabin hene. Îro em bi samîmiyet van biaxivin. Divê em guhertin û veguhertinê çêbikin, ji bo vê hêza me heye û em hemû bi hev re têbikoşin.”
Jinan daxwazên xwe anîn ziman
Karkerên jin ên di civînê de axivîn jî, dîtin û pêşniyarên xwe yên li ser pêkanîna nûbûnên bi destê jinan, ewlekirina avahiyên wêran, pirsgirêkên teknîkî, malên penaberiyê yên jinan, têkoşîna li dijî madeyên hişber û daxwazên kursan anîn ziman.
Werger: Omer Dilsoz