Hewza hîdrîk a dîrokî dîsa zindî dibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku hewza hîdrîk a li Meydana Şêx Seîd, ku di bîra bajêr de cihekî girîng digire, dîsa karîger (fonksîyonel) bibe û bigihîje dîmena xwe ya berê, xebateke berfireh a peyzajê (avakirina dîmena derdorê) dimeşîne.

Di çarçoveya xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hatiye destpêkirin de, li Meydana Şêx Seîd a li navçeya Sûrê, ji bo ku hewza hîdrîk a ku demeke dirêj xemsar maye dîsa fonksiyonel bibe, xebat hatin destpêkirin. Tîman, ji bo pêşîgirtina li rijandina avê, sîstema îzolasyonê ya hewzê, ku di bîra bajêr de cihekî girîng digire, nû kirin.

Di çarçoveya xebatên peyzajê yên berfireh de, kevirên sînor (bordûr) jî tên sererastkirin û piştî bidawîbûna xebatên binesaziyê, tê plankirin ku derdora hewzê bê hêşînkirin. Di çarçoveya xebatên nebatkirina binesaziya jorîn de, dê li qadên axê yên hewza hîdrîk, ku li ser rêya derbasbûna bi hezaran tûrîstên herêmî û biyanî ye, darên şimşîr, teflana rengîn, agave (sedsal) û kulîlka yûka werin çandin.

Piştî bidawîbûna xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tên meşandin, tê armanckirin ku hewza hîdrîk a dîrokî bigihîje dîmena xwe ya berê ya bi heybet û careke din bibe yek ji rawestgehên girîng ên jiyana bajêr.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery