Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Eyntîrîtê ya navçeya Gêlê, astengiyên li pêşiya gihandina ava vexwarinê bi xeta nû ya 3 hezar metreyî rakirin.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji ber ferqa bilindahiyê (kot) û binesaziya kevn ku li Taxa Eyntîrîtê ya Gêlê bandorê li gihandina avê dikirin, xebateke berfireh meşand. Bi qedandina xeta nû ya ava vexwarinê ya ku bi tevahî 3 hezar metre ye, ji bo 35 malên li taxê ava vexwarinê ya tendurist û bêbirîn hat dabînkirin. Bi vî awayî gihandina avê ya nêzî 200 welatiyan bi awayekî mayînde hat misogerkirin.
Xeta nû di demeke kurt de hat temamkirin û ket dewrê
Xeta ku ji bo malên ji şebekeya heyî zexta (pêst) bes nedikir û ji bo avahiyên nû yên li herêma niştecihbûnê ya bêbinesazî hatibû amadekirin, bi xebata plansazkirî, bilez û daxwazkirî ya tîman di demeke kurt de hat temamkirin. Bi xistina dewrê ya xeta nû re, pirsgirêka avê ya ku bi salan e li Taxa Eyntîrîtê dewam dikir, bi temamî hat çareserkirin.
‘Êdî av bi awayekî bêyî ku bê birîn digihîje taxê’
Midûrê Şaxa Gêlê ya DÎSKÎyê Cenk Yaşar der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku xebat bi serkeftî bi dawî bûye û wiha got: “Me pirsgirêka ava vexwarinê ya ku ev demeke dirêj e li Taxa Eyntîrîtê dewam dikir, bi awayekî mayînde çareser kir. Ji ber ferqa bilindahiyê û kêmasiya binesaziyê, welatiyên me di gihandina avê de tengasiyên mezin dikişandin. Me bi tîmên xwe re li qadê xebateke dijwar û plansazkirî meşand. Bi xistina dewrê ya xeta nû re, niştecihên taxê êdî bi awayekî bêbirîn digihîjin avê. Niha em kontrolên xwe yên dawî dikin, piştî qedandina van kontrolan em ê avê bidin şebekeyê.”
Werger: Omer Dilsoz