Print this page

Civîna ‘Ber bi bajarên jinan ên Amedê ve’ hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebata “Ber bi bajarên jinan ên Amedê ve” de li navçeya Peyasê civîneke taxê pêk anî ku tê de nêrîn û pêşniyarên jinan ên der barê jiyana bajêr de hatin girtin.

Civîna nêrîn û pêşniyaran a xebata “Ber bi bajarên jinan ên Amedê ve” bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, bi beşdariya jinên li Taxa Huzurevlerî dijîn, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Qûçayê hat lidarxistin. Gelek jinên li taxê rûdinin beşdarî civînê bûn.

Gurbuz: Armanca me ya bingehîn hilberîna xizmetê ya li gorî daxwazan e

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, der barê armanca civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya guhdarkirina rasterast a nêrîn û daxwazên jinan. Gurbuz diyar kir ku di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de nêzî sal û nîvekê ye bi rêxistinên civakî yên sivîl, baro, sendîka, dînamîkên herêmî û partiyên siyasî re civînên berfireh pêk tînin. Gurbuzê got: “Yek ji armancên me yên herî bingehîn ew e ku em li gorî daxwazên we, gel, civak, jin, astengdar û kal û pîran xizmetan hilberînin. Ji ber vê yekê ev navend hatin vekirin û em li van navendan tên cem hev. Dem bi dem em nêrînên we digirin, lê em dixwazin bi domandina van hevdîtinan nêrîn û pêşniyarên we bi awayekî sîstematîktir werbigirin.”

‘Em jin pirsgirêkên bajêr herî baş dizanin’

Gurbuz destnîşan kir ku ew armanc dikin di demeke nêz de “bajarekî jinan” îlan bikin û der barê bajarê jinan de ev nirxandin kirin: “Bajarê jinan nayê wateya xeyalkirina bajarekî ku tenê ji jinan pêk tê. Em behsa avakirina bajarên ewle dikin ku bi aqil, fikir, hest û hafizeya hezar salan a jinan hatine avakirin; wekhev in, hêsantir gihîştî ne û hemû komên bi dezavantaj ji astengdaran bigire heta kal û pîran dikarin bi hêsanî bigihîjin her derê bajêr. Kolanên ronî, parkên ronî, qadên ewletir ji bo zarokan... Gava em dibêjin bajarê jinan, mebesta me ev in. Ev fikir dê ji we derkevin. Çimkî em jin vî bajarî û pirsgirêkên wî herî baş dizanin û em ê dîsa çareseriyan hilberînin.”

‘Em giş bi hev re pêvajoyeke nû ya avakirinê biafirînin’

Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Guler jî destnîşan kir ku armanca wan avakirina bajarekî bi keda jinan û hişmendiya jinan e. Guler got: “Armanca me ew e ku em bi keda jinan, bi hêza jinan, bi hişmendî û aqilê jinan bajarekî ava bikin. Ger avahiyek nû bête çêkirin divê bi hişmendiya jinan çawa bête kirin, ger saziyek bête vekirin divê bi nêrîna jinan çawa bête şekildan; em dixwazin vê yekê li ser bingehek wekhevîxwaz bixin meriyetê.”

Guler bal kişand ser girîngiya girtina biryaran ji taxan û nava gel û diyar kir ku pêvajo dê bi rêbazeke beşdar bête meşandin û wiha axivî: “Em ê ne bi tena serê xwe, bi hev re bikin. Em ê van civînan li hemû taxan pêk bînin û bi hev re plansaziyên nû çêkin.”

Jinan daxwazên xwe anîn ziman

Jinên ku beşdarî civînê bûn; di mijarên wekî bajarê jinan, xebatên binesaziyê, ronîkirina kolanan, cihêrengkirina kursan, kursên ziman û polên amadehiyê (kreş) de nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery