Print this page

Li taxên bejewar 172 kîlometre xebata rê hat temamkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2025an de di çarçoveya xebatên li navenda bajêr û navçeyên bejewar de 172 kîlometre xebata rê temam kir. Her wiha li ser 2 hezar û 300 kîlometre rêyên taxan, 70 hezar ton asfalta germ (bsk) hat rijandin û bi vê yekê rehetiya çûnûhatina taxên bejewar hat bilindkirin.

Serokatiya Daîreya Avakirin, Parastin û Çakkirina Rêyan, li seranserê bajêr û navçeyên gundewar li ser wan rêyên ku ji ber mercên hewayê xerab bûne û ewlehiya ajotinê kêm bûye, xebatên berfireh meşandin. Di çarçoveya xebatan de kolan, bulevard û rêyên taxan hatin nûkirin û pêşkêşî xizmeta welatiyan hatin kirin.

Di 11 navçeyan de 172 kîlometre rê hat temamkirin

Di nava sala dawî de li taxên gundewar ên navçeyên Gêl, Erxenî, Pîran, Sûr, Peyas, Bismil, Licê, Hezro, Karaz, Farqîn û Çinarê bi giştî 172 kîlometre xebata rê hat temamkirin. Digel vê yekê, li 17 navçeyan xebatên li ser 106 kîlometre rê hîn jî berdewam dikin.

70 hezar ton asfalta germ hat rijandin

Ji bo zêdekirina rehetiya veguhastinê li taxên bejewar, li ser 2 hezar û 300 kîlometre rêyên taxan xebatên parastin û çakkirinê hatin kirin û 70 hezar ton asfalta germ hat rijandin. Bi van xebatan hem berxwedana rêyan hat zêdekirin hem jî ewlehiya ajotinê hat dabînkirin.

‘Em rêyan hîn bi qewîm dikin’

Midûrê Şaxa Rêyên Bejewar Yusuf Taniş der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku ew tora rêyan a ku taxên gundewar bi navenda bajêr û bi hev ve girêdide, wekî yek ji hêmanên bingehîn ên xizmetên veguhastinê dibînin. Taniş destnîşan kir ku ji bo hêsankirina jiyana rojane ya welatiyên li gundan û ji bo veguhastineke ewletir xebatên xwe bi plansazî dimeşînin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em standardên rêyên heyî bilind dikin, li beşên xerabûyî çaksaziyê dikin û bi temamkirina kêmasiyên binesaziyê rêyan hîn bi qewîm dikin”.

‘Nêzîkatiya me ya bingehîn veguhastina ewle ye’

Taniş diyar kir ku bi rûkirina rêyan, sepandina menfezan û xebatên firehkirina rêyan dixwazin pêşiya pirsgirêkên ku ji ber mercên demsalê derdikevin bigirin. Taniş da zanîn ku xebat li gorî lêkolînên teknîkî, daxwazên ji taxan tên û rêza girîngiyê tên meşandin û wiha axivî: “Bikaranîna çavkaniyan bi awayekî bibandor û bikêrhatî, mayîndetina karên hatine kirin û dabînkirina veguhastina ewle ya welatiyan nêzîkatiya me ya herî bingehîn e”.

Xebat dê di sala 2026an de jî berdewam bikin

Yusuf Taniş da zanîn ku armanca wan ew e ku pirsgirêkên çûnûhatinê yên li gundan bi çareseriyên mayînde ji holê rakin û standarda xizmetê her roj bilindtir bikin. Taniş got ku di sala 2026an de jî dê bi heman biryardariyê xebatên rêyan berdewam bikin û xizmeta li taxên gundewar dê bi zêdekirina kalîteyê bimeşe.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery