Li DÎGEM’ê perwerdeyên e-bazirganiyê dest pê dikin

Navenda Ciwanan a Dîjîtal (DÎGEM) a ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, ji bo zêdekirina behreyên dîjîtal ên ciwanan bernameyên perwerdeyê dide destpêkirin.

Di çarçoveya projeya “Ciwanên Îro, Pîşeyên Paşerojê” de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê mazûvankirin û bi fînansekirina Yekîtiya Ewropayê, bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) tê meşandin, li DÎGEMa Amedê “Perwerdeya E-Bazirganiyê” dê were lidarxistin.

Perwerdeyên ku dê li Navenda Ciwanan a Dîjîtal a li qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê werin dayîn, ji bo ciwanên di navbera 18–29 salî de yên ku naxebitin hatine plankirin. Di bernameyê de dê di warên e-bazirganî, modelên firotina serhêl û karsaziya dîjîtal de perwerdeyên pratîkî bidin ciwanan.

Bi van perwerdeyên ku beşdarbûna wan bêpere ye û kontenjan sînordar e, tê armanckirin ku beşdariya ciwanan a di aboriya dîjîtal de were xurtkirin û derfetên wan ên îstihdamê werin zêdekirin. Di çarçoveya perwerdeyê de ciwan dê derfetê bibînin ku di warê kirrûbirra dîjîtal û bazirganiya serhêl de zanyarî û behreyên bingehîn bi dest bixin.

Serlêdan di navbera dîrokên 18–31ê Kanûnê de bi ser navnîşana https://forms.gle/ywaeGULoyFW25HW18 dikarin werin kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery