Ji bo serokên daîreyan û rêveberên şaxan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de kar dikin, bi mijara “Girîngiya Şaredariya Pirzimanî” perwerdeyek hat lidarxistin.
Di perwerdeya ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê û Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de li Salona Civînan a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de; parastina pirzimaniyê, zindîhiştina zimanan û girîngiya nêzîkatiya pirzimanî ya di xizmetên rêveberiya herêmî de bi berfirehî hatin nirxandin. Di perwerdeyê de hat destnîşankirin ku hilberîna xizmetên pirzimanî ya rêveberiyên herêmî, yek ji hêmanên bingehîn ên têgihiştina şaredariya demokratîk, berfireh û wekhevparêz e.
Parastina ziman
Di rûniştina yekem a perwerdeyê de Dr. Ronayî Onen, di pêşkêşiya xwe ya bi navê “Rîska Tunebûna Zimanan” de bal kişand ser zimanên ku li cîhanê û herêmê di bin metirsiyê de ne. Doktorant Nuh Bozkur, di bin sernavê “Rizgarkirina Zimanan ji Mirinê” de girîngiya polîtîkayên ziman parve kir; Dr. Dilawer Zeraq jî bi pêşkêşiya xwe ya bi mijara “Hişmendiya Kurdî” behsa parastina zimanê dayikê û rola wî ya di bîra civakî de kir.
Bandorên civakî yên xizmetên pirzimanî hatin nîqaşkirin
Di rûniştina duyem de Cemîl Guneş, bandorên pirzimaniyê yên li ser civak, aborî û perwerdeyê nirxand û bal kişand ser girîngiya strukturên pirzimanî ya ji bo lihevhatina civakî û beşdariyê. Zimanzan Zana Farqînî jî destnîşan kir ku xizmetên şaredariyê yên pirzimanî di rêveberiyên herêmî de gihîştinê û kalîteya xizmetê zêde dikin. Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Parêzer Cemîle Turhallî jî der barê polîtîkayên ziman ên partiyê de nirxandinên xwe parve kirin.
Bernameya perwerdeyê, bi beşa nîqaşê ya ku beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe lê anîn ziman bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz