Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zindîkirina mîrata bihêz a raboriyê û gihandina zanyariya kal û pîran bo nifşên nû, “Mala Çîrokbêjan” vekir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran, xebateke nû ku veguhestina çandî ya di navbera nifşan de xurt dike, da destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de, li navçeya Rezan (Baglar) di hundirê Parka Koşuyoluyê de “Mala Çîrokbêjan” dest bi çalakiyên xwe kir.
Ji bo vekirina Mala Çîrokbêjan bernameyek hat lidarxistin û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Emrah Erdal, Serokê Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran Îsmaîl Degîrmencî, welatî û dengbêj beşdarî bernameyê bûn.
Mîrata raboriyê dê ji nû ve zindî bibe
Mala Çîrokbêjan a ku dê di bin banê Midûriyeta Şaxê Xizmetên Kalûpîran de xebatên xwe bimeşîne, armanc dike ku mîrata bihêz a raboriyê ji nû ve zindî bike û zanyarî û ezmûnên nifşên temenmezin bi nifşên ciwan re bigihîne hev. Ev navend, wekî cihekî girîng ê hevdîtinê ji bo parastin û zindîhiştina çanda devkî hat sêwirandin.
Navenda bîra çandî
Mala Çîrokbêjan ne tenê mekanekî vegotina çîrokan e; di heman demê de xwedî taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Di navendê de dengbêj, çîrokbêj, hosteyên hunerên destan û jinên zana yên gel, dê çîrokên ji jiyana xwe parzûnkirî bi zarokan re parve bikin. Zarok dê bi saya van hevdîtinan hem dewlemendiya ziman hem jî rehên xwe yên çandî hîn bibin.
Stran hatin gotin
Di bernameyê de, kal û pîran çîrokên xwe vegotin û dengbêjan jî bi stranên xwe reng dan çalakiyê.
Mala Çîrokbêjan dê di rojên hefteyê de di navbera saet 08:00–17:00’an de xizmetê bide.
Werger: Omer Dilsoz