Print this page

Li parka herî mezin a bajêr xebatan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser qadeke 300 hezar metrekareyî dest bi xebatên binesaziyê yên Naturaparkê kir ku dê bibe parka herî mezin a bajêr. Di projeyê de ji rêyên bîsîklet û meşê heta qadên lîstikê yên bêasteng, gelek amûrên civakî dê cih bigirin.

Di çarçoveya projeya Naturaparkê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tê meşandin, li xala ku Bulvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan û Bulvara Firatê digihêjin hev, yekemîn kolan hat kirin. Tê plankirin ku Naturapark xîtabî hemû beşên civakê (ji 7 salî heta 70 salî) bike û her wiha tê armanckirin ku feydeyeke girîng bide çanda jiyana ekolojîk.

Xebat bi qonaxa binesaziyê dest pê kirin

Naturapark ji ber ku rûbera wê 300 hezar metrekareyî ye, dibe parka herî mezin a Amedê. Xebatên li parkê bi karên binesaziyê dest pê kirin. Tîmên şaredariyê di çarçoveya binesaziyê de; hîmên avahiyan, drenajên ava baranê, kolandina binesaziya elektrîkê, sazkirina pergalên avdanê û karên wekî wan dimeşînin. Piştî qedandina binesaziyê, dê derbasî serasazkirinê bibin û qadên bikaranînê ava bikin.

Darên heyî dê werin parastin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dê bi parastina darên ku berê li qada projeyê hatine çandin, Naturaparkê ava bike. Di çarçoveya xebatan de dê nebatên nû jî li qadê werin çandin.

Rêyên bîsîklet û meşê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo teşwîqkirina jiyana saxlem, di projeyê de rêyên bîsîkletê û asêyên (teks) meşê çêdike. Li xalên cuda yên rêyên meşê amûrên fîtnesê (sporê) dê werin danîn da ku welatî karibin sporê bikin.

Qadên lîstikê yên bêasteng

Ji bo ku zarokên astengdar jî bi rehetî sûdê werbigirin, dê li Naturaparkê qadên lîstikê yên bêasteng werin avakirin. Li gel komên lîstikên klasîk, dê li beşên diyarkirî "parkura survivor" jî cih bigire.

Di parkê de dê goletên biyolojîk hebin

Şaredariya Bajarê Mezin bi zanabûna ku xerckirina zêde ya enerjiyê zirarê dide xwezayê, li şûna hewzên klasîk cih dide goletên biyolojîk. Bi vê sepanê tê armanc kirin ku xerckirina enerjiyê bi asteke girîng kêm bibe.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, her wiha dê di nav Naturaparkê de cih bide qadên rûniştinê, qadên çalakiyên azad, WC (ji bo jin û mêran), mescîd û rêyên gerê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery