Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî daxuyaniya “Deklarasyona Ber bi Bajarên Jinan ên Amedê ve” bû û got: “Em biryardariya xwe ya avakirina vî bajarî bi aqil, ked û hafizeya jinan; bi israra jinan a di aştî û jiyana demokratîk de, ne li ser navê jinan, lê bi jinan re ji vir radigihînin.”
Bi mazûvaniya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji aliyê Koordînasyona Amadekariya Ber bi Bajarên Jinan ên Amedê ve “Deklarasyona Ber bi Bajarên Jinan ên Amedê ve” hat aşkerekirin. Daxuyanî li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat dayîn. Hevşaredara DBB’ê Serra Bucak, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên jinan beşdar bûn.
Metna deklarasyonê ya tirkî ji aliyê Sekretera Giştî ya Konseya Bajar Selvî Tunç, ya kurdî jî ji aliyê Endama Meclîsa DBB’ê Gulay Kiliç ve hat xwendin.
Hevşaredar Bucak: Em ji bo guhertina hişmendiyê têdikoşin
Hevşaredar Serra Bucak di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku ew ne tenê ji bo parvekirina deklarasyonekê hatine cem hev, di heman demê de ji bo nîqaşkirina ka dê Amedê çawa veguherînin bajarekî jinan û dê çawa vîna rêveberiya herêmî derxin holê civiyane.
Bucak anî ziman ku bi sedsalan e bajêr ji polîtîkayên veguhastinê heta park û baxçeyan, ji hişmendiya îmarê heta bikaranîna qadên giştî bi nêrîneke mêrsalar hatine birêvebirin. Bucak diyar kir ku her çend jin hîmên sereke yên avakirina bajaran bin jî, ji pêvajoyên biryardanê hatine bidûrxistin. Bucak li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan da û got:
“Em wek rêveberiyên herêmî, ji duh heta îro tam jî ji bo guhertina vê hişmendiyê têdikoşin. Em parastina hişmendiyeke bajarî dikin ku jiyana rojane ya jinan ne zehmet, lê hêsan dike; jinan ne ber bi qiraxa bajêr, lê ber bi navenda bajêr ve dikişîne.”
‘Deklarasyon gotina me ya herî bihêz e’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wekheviya zayenda civakî û destnîşan kir ku perspektîfa "bajarê jinan" ne tenê projeyek e, hişmendiyek e ku hemû qadên rêveberiya herêmî diguherîne. Bucak got: “Pirsiyarê ‘Em dikarin bajaran bi nêrîna jinan çawa ji nû ve ava bikin?’ re, em îro bi vê deklarasyonê bersiva herî bihêz didin.”
Bajarekî gihîştîner
Bucak diyar kir ku bajarê jinan ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû beşên civakê modeleke jiyanê ya berfireh pêşkêş dike û got: “Bajarê jinan; ji bo zarokan, kal û pîran, ciwanan û astengdaran jî bajarekî wekhev, adil û gihîştîner e.”
‘Me rê li ber diyarbûna jinan a di qada giştî de vekir’
Bucak behsa xebatên ku heta niha kirine kir û wiha domand:
•Me navendên piştgiriya jinan û xetên "Alo Şîdet" dîsa vekirin.
•Me bi serlêdana JINKARTê hem li dijî xizaniyê gavek avêt hem jî piştgirî da ku jin di qada giştî de bêtir xuya bikin.
•Me hejmara kreş û odeyên lîstikan zêde kir da ku barê lênêrînê yê li ser milê jinan sivik bibe.
•Li şûna qursên kevneşopî yên ku rolên zayendî dipejirînin, me qadên nû yên pîşeyî vekirin.
‘Bajar ên me ne, bajar ên jinan in’
Bucak axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Deklarasyona Bajarê Jinan ne tenê metneke daxwazê ye, di heman demê de bangeke têkoşînê ye. Bajar yên me ne, bajar yên jinan in, gotin ya me ye; em ê bajarên jinan bi hev re ava bikin û pêş bixin.”
Deklarasyona ber bi bajarên jinan ên Amedê ve
Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku divê jin di hemû pêvajoyên biryardanê de (ji plansaziya bajar heta budçeyê) diyarker bin. Hin xalên sereke yên deklarasyonê ev in:
•Prensîbên Bingehîn: Perspektîfa azadîxwaziya jinê, temsîliyeta wekhev û hevserokatî, jiyana bêşidet, hişmendiya rêveberiya ekolojîk û komunal.
•Têkoşîna li Dijî Şidetê: Navendên piştgiriya jinan ên pirzimanî, xetên serlêdanê yên 24 saetan, stargehên jinan û qadên jiyana ewle.
•Pêvajoya Sê Qonaxî: Pêşî dê li taxên pîlot dest pê bike, paşê li navçeyan belav bibe û di qonaxa dawî de dê hemû plansaziya bajêr û budçeya şaredariyê li gorî nêrîna "bajarê jinan" bê sererastkirin.
Werger: Omer Dilsoz