Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê ku tê de bi encama 3-0 Klûba Werzişê ya Îlbankê têk bir, ji trîbûnê temaşe kir.
Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê de di Koma B ya Lîga 1’emîn a Jinan de têdikoşe, di maça yekem a nîvê duyem ê lîgê de bi Klûba Werzişê ya Îlbankê re hat pêşberî hev. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, pêşbirka ku li kompleksa werzişê ya navçeya Peyasê (Kayapinar) hat lîstin, tevî alîgiran ji trîbûnê şopand.
Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê ku di dema maçê de performanseke serkeftî nîşan da, bi setên 3-0 li hemberî reqîbê xwe bi ser ket û nîvê duyem ê lîgê bi serkeftinê dest pê kir.
Hevşaredar Bucak a ku di dema maçê de piştgirî da tîmê, piştî pêşbirkê werzişvan û ekîba teknîkî pîroz kir û daxwaza berdewamiya serkeftinên wan kir.
Werger: Omer Dilsoz
Â
