Print this page

Civîna çarem a civatên aştiyê ya Amedê di 28ê kanûnê de ye

Rûniştina çarem a bernameya "Civatên Aştiyê ya Amedê" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, bi sernavê “Di Avakirina Aştiyê de Nêzîkatiyên Antî-Kolonyal” di 28ê Kanûnê de bê lidarxistin.

Civatên Aştiyê ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi armanca nîqaşkirina aliyên civakî, siyasî û psîkolojîk ên aştiyê û xurtkirina perspektîfa pêşerojeke hevpar hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya bernameya ku armanca wê anîna cem hev a gel, bawerî û çandên cuda ye de, di hevdîtina çarem de bandora raman û pratîkên antî-kolonyal li ser pêvajoyên aştiyê dê were nirxandin.

Ezmûnên berxwedanê yên herêmî dê werin nîqaşkirin

Di rûniştina ku bi sernavê “Di Avakirina Aştiyê de Nêzîkatiyên Antî-Kolonyal” bê kirin de; di hûnandina aştiya civakî de zanîna herêmî, ezmûnên çandî û beşdariyên şêwazên berxwedanê, derfet û sînorên wan li ser mînakên cîhanê dê werin nirxandin. Di bernameyê de, beşdariyên teorîk û pratîk ên perspektîfên antî-kolonyal ên ji bo avakirina aştiyê dê bi awayekî piralî werin nîqaşkirin.

Beşdar

Di Hevdîtinên Aştiyê ya Amedê ya çarem de; Rûşen Seydaoglu (Hiqûqnas-TJA) û Ramazan Kaya (Perwerdekar-Nivîskar) wekî axivêr dê beşdar bibin.

Çalakî dê di 28ê Kanûnê de bi serhêl (online) pêk were

Rûniştina çarem, roja Yekşemê 28ê Kanûnê, di navbera saet 19.00–21.00an de bi serhêl (online) bê lidarxistin. Kesên ku bixwazin beşdarî çalakiyê bibin, dikarin li ser lînka https://diyarbakir.bel.tr/amed-baris-bulusmalari qeyda xwe çêkin.

Civatên Aştiyê ya Amedê; mijarên wekî koç, veger, hafizeya civakî, hemwelatiya wekhev û jiyana hevpar a di nava aştiyê de bi rêya dîsîplînên cuda û beşên civakî dinirxîne. Tê pêşbînîkirin ku ev hevdîtinên ku mehê carekê tên kirin, 7 mehan berdewam bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery