Print this page

Şaredarî li 14 kîlometre têketina bajêr daran diçîne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên dergehên bajêr de, li ser rêya Mêrdînê di refuj û peyarêyên 14 kîlometre de dest bi xebatên darçandinê kir. Di çarçoveya xebatan de 5 hezar û 500 darên ji cureyên cuda û 29 hezar û 500 devî dê bên daçikilandin.

Di nav projeyên girîng ên Şaredariya Bajarê Mezin de ku nûkirina derwezeyên bajêr e, rêya Mêrdînê bi girtina berçav a ewlehiya trafîkê tê bidarûberkirin.

Derwazeyên bajêr tên nûkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo ku rêyên Farqîn, Xarpêt, Riha û Mêrdînê—ku demeke dirêj bû xebat lê nehatibûn kirin—bibin xwedî dîmenekî hêşîntir û nûjen, li gorî projeya amadekirî xebatên xwe didomîne.

Di çarçoveya sererastkirina peyzaja derwazeyên bajêr de, tîman li ser Bulwara Rihayê (ku wekî Çerxerêya Qantarê tê naskirin) û di navbera Borsa Heywanan a Şaredariya Mezin de, di refuj û peyarêyan de dest bi darçandinê kir.

Ewlehiya trafîkê hat parastin

Di xebatê de cureyên wisa hatin hilbijartin ku trafîka peya û wesayîtan nexe metirsiyê. Tîman di qonaxa yekem de xetên avdanê û xebatên binesaziyê yên pêwîst di refujên amadekirî de qedandin.

5 hezar û 500 dar dê bên çandin

Tîmên ku piştî amadekirina 14 kîlometre refuj û peyarêyan dest bi xebatê kirin, dê li ser rêya Mêrdînê 5 hezar û 500 dar û 29 hezar û 500 deviyan biçînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di vê xebatê de cih dide riwekên ku avê kêm dixwazin; dê darên wekî serwîya şîn, sinc, tû, heryel (zakkum), şimşar û zeytûnê biçînin. Di koma deviyan de jî dê teflan, gul, bambûya cinetê, tîrik, deviya agirî û laleş bên bikaranîn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery