Print this page

Ji bo nexweşên selîakê piştgiriya xwarina bêgluten û şêwirdariya psîko-sosyal

Şaredariya Mezin a Amedê, bi piştgiriya diyetisyen, pisporên xizmeta civakî û psîkologan, der barê xwarina rast a piştî teşxisê û birêvebirina fikarê de, xizmeta şêwirdariyê dide hemwelatiyên nexweşên selîakê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ji bilî piştgiriya pakêtên xwarinê yên bêgluten, modela xwarina rast û rêbazên kêmkirina fikarê yên têkildarî nexweşiya selîakê bi hemwelatiyan re parve dike.

Midûriyeta Şaxê ya Nexweşiyên Kêmdîtî û Kronîk, ji bo ku nexweşên selîakê pêvajoya piştî teşxisê bi saxlemtir birêve bibin, bi xebatkarên pîşeyî yên wekî diyetisyen, pisporên xizmeta civakî û psîkologan re dixebite. Di vê çarçoveyê de, li Navenda Pêkvejiyanê ya ser bi Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ve perwerdeyek hat lidarxistin.

Ev perwerde û pêvajoya piştgiriyê dê bibe alîkar ku nexweşên selîakê xwe çêtir binasin, bi şêweyê xwarina rast nexweşiyê bikin parveke jiyana rojane û veguherînin şêwazê jiyanê.

Ji bo nexweşên zarok rolên girîng dikevin ser milê malbatan

Di perwerdeyê de her wiha hat destnîşankirin ku ji bo pêşketina saxlem a zarokên nexweşên selîakê, helwesta rast a malbatan krîtîk e. Hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de şopandina rêyeke rast ji aliyê malbatan ve ji bo zarokan xwedî girîngiyeke mezin e. Di nirxandinan de hat piştrastkirin ku gavên erênî yên ku îro bên avêtin, dê di pêşerojê de wekî jiyaneke biqalîte û saxlemtir li ser jiyana zarokan xuya bike.

Werger: Omer Dilsoz

Image Gallery