Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya têkiliyên xwe yên Enqereyê de Midûrê Giştî yê Îlbankê Eyûp Karahan ziyaret kirin. Di hevdîtinê de Projeya Pergala Rêhesinî ya Sivik û fînanse û binesaziya teknîkî ya AKOMê hatin gotûbêjkirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de Midûrê Giştî yê Îlbankê Birêz Eyûp Karahan di meqamê wî de ziyaret kirin. Serokê Daîreya Pergala Rêhesinî Erdal Balsak jî tev li ziyaretê bû. Di hevdîtinê de projeyên ji bo xurtkirina binesaziya veguhestinê û birêvebirina karesatan a Amedê hatin nirxandin.
Di ziyaretê de ligel Midûrê Giştî yê Îlbankê Eyûp Karahan û rêveberên pê re, li ser Projeya Pergala Rêhesinî ya Sivik û avakirina Navenda Koordînasyona Karesatan (AKOM) şêwirên berfireh hatin kirin. Di hevdîtinan de aliyên teknîkî, fînansî û saziyî yên projeyan bi hûrgulî hatin nirxandin.
Projeya tramwayê hat nîqaşkirin
Di hevdîtinên derbarê projeya tramwayê ya ku li Amedê tê plankirin de, mijara diyarkirina Îlbankê wekî yekane muxatab di pêvajoyên fînansekirinê de hat gotûbêjkirin.
Hat nirxandin ku karên avakirinê yên projeyê di carekê de bêne qedandin û kirîna wesayîtên tramwayê jî qonax bi qonax bê kirin. Her wiha karên "deplase" (veguhastina xetên binerd) yên ku divê li ser rêgeha xeta tramwayê bêne kirin û hevdîtinên bi aliyên peywendîdar re jî hatin rojevê.
Ji bo dabînkirina hewcedariya enerjiya pergala tramwayê, veberhênana Santrala Enerjiya Rojê (GES) jî di nav mijarên axaftinê de bû. Hat diyarkirin ku bi karanîna enerjiya nûjenbar, tê armanc kirin ku proje bibe xwedî avahiyeke jîngehparêz û domdar.
Ji bo AKOMê vebijarkên fînansa derveyî hatin nirxandin
Di hevdîtinê de li gorî hewcedariyên ku piştî erdhejê zêde bûne, ji bo avakirina Navenda Koordînasyona Karesatan (AKOM) li Amedê nirxandin hatin kirin. Ji bo binesaziya agahdarkirinê (bilişim) û kelupelên teknîkî yên navendê, derfetên fînansa derveyî hatin gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku AKOM dikare bi awayekî were plankirin ku ne tenê di demên karesatan de, lê di heman demê de di qadên wekî kontrolkirina trafîkê û koordînasyona veguhestinê de jî kar bike. Bi vî rengî xurtkirina kapasîteya bajêr a birêvebirina krîzan tê armanc kirin.
‘Veguhestina domdar û birêvebirina karesatan a xurt’
Di encama hevdîtinê de hat destnîşankirin ku projeya tramwayê wê nirxekî girîng bide Amedê, veguhestina nav bajêr hêsan bike û binesaziya veguhestina domdar xurt bike. Hat diyarkirin ku AKOM jî wê kapasîteya amadekarî û mudaxaleyê ya bajêr li hemberî karesatên muhtemel zêde bike.
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun diyar kirin ku ev ziyareta di çarçoveya têkiliyên Enqereyê de, ji bo armancên demdirêj ên veguhestin û birêvebirina karesatan a Amedê gaveke girîng e.
Werger: Omer Dilsoz