Print this page

Beriya sersalê li seranserê bajêr kontrolên şevê hatin zêdekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku welatî beriya sersalê di hawirdoreke saxlem û ewle de pêşwaziya sala nû bikin, kontrolên xwe yên şevê yên li ser kargehan (xwaringeh, market, otêl û cihên şahiyê) zêde kirin.

Kontrolên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Tendurustiyê ve tên meşandin, bi koordînasyona tîmên Serokatiya Daîreya Zabiteyê pêk tên. Di kontrolan de bi taybetî xwaringeh, pastaxane, market, firin, otêl û cihên şahiyê yên ku welatî di sersalê de zêdetir diçinê, hatin kontrolkirin.

Di kontrolên ku ji aliyê tîman ve hatin kirin de; mercên hîjyenê, ewlehiya xwarinê û standardên tenduristiya giştî bi hûrgulî hatin lêkolînkirin. Di çarçoveya kontrolan de ev xalên li jêr hatin nûkirin:

•Kontrolkirina dîroka bidawîbûna xwarinan (SKT).

•Mercên parastina hilberan û sepanên zincîra sar.

•Kontrolkirina lîsans û belgeyên qanûnî.

•Lihevhatina bi qaîdeyên hîjyenê.

•Etîket, naverok û agahiyên hilberînê yên xurekên xwarinê.

•Paqijî û nîzama kargehan.

Ji bo kargehên ku rewşên li dijî qanûn û rêbazan lê hatin tespîtkirin hişyariyên pêwîst hatin kirin. Hat ragihandin ku heke binpêkirin berdewam bikin, wê derbarê wan de karûbarên qanûnî werin destpêkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery