Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê de axivî û got: “Em dixwazin hemû gelên Rojhilata Navîn bi azadî, di nav aramî û aştiyê de bi hev re bijîn.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn pêk anî. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî beşdarî kongreya li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bûn.
‘Tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin li ber çavan in’
Hevşaredar Dogan Hatun di kongreyê de axivî û bi bîr xist ku Îslam li Rojhilata Navîn wekî hêviyekê ji bo gelan ji dayik bûye, lê bi demê re ketiye destê hêzên desthilatdar. Hatun wiha berdewam kir: “Hz. Mihemed di Wesîqeya Medîneyê de gazî hemû qebîleyan kiribû. Îro piranîya wan qebîleyan xwedî dewlet in. Ereb di nava xwe de bûn çend parçe û nêzî 24 dewletên cuda ava kirin. Yên ku Îslamê di nava xwe de wekî amûreke otorîteyê bi kar anîn; ne ji bo aştî, aramî û wekheviyê, lê ji bo bibin hêzeke hegemonîk bi kar anîn. Tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin li ber çavan in; çi hûn li dîrokê binêrin çi li îro, dîmen diyar e.”
‘Ji bo gelên Rojhilata Navîn pêvajoya aştiyê dest pê kiriye’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser wê yekê ku Îslam ji aliyê dîrokî ve xeteke berxwedanê ya li dijî zilmê ye û wiha domand: “Esasên lihevkirinê yên dînê Îslamê li dijî zilmê bûn. Wê demê berjewendî di destê çend kesan de bûn. Dînê Îslamê li ser kîjan esasan dest bi berxwedanê kiribe, îro jî li Rojhilata Navîn berxwedaneke weha heye. Çawa ku 1500 sal berê li dijî zilmê berxwedanek pêş ket, îro jî li vê cografyayê têkoşîneke bi heman rengî didome. Wê demê çareserî rêxistina berxwedana Îslamî bû, îro jî ev rol ketiye ser milê rêxistina azadiyê ya Kurdan. Li ser vê esasê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke aştî û azadiyê dest pê kiriye. Pîvanên ku Hz. Mihemed ji bo hemû gelan danîne çi bin, pîvanên tevgera azadiyê jî heman in. Gava em pîvanên Mihemedî û yên tevgera azadiyê tînin ba hev, bi aşkereyî tê dîtin ku ew ji hev ne dûr in.”
‘Têkoşîna li dijî zilmê li her derê dest pê dike’
Hevşaredar Hatun di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bingeha têkoşînê sekinîna li ber zilmê ye û got: “Li Rojhilata Navîn gelên bindest kî ne? Kî tê çewisandin, kîjan ziman tê tunekirin, têkoşîn ji wir dest pê dike. Têkoşîn li dijî wan tê kirin ku ziman qedexe dikin û dest didin ser ax û ava gel. Li ku derê zilm hebe, li wir her tim berxwedan heye. Sebr û tehemul bi xwe jî têkoşîn e. Îslamê gotiye ‘sebr û tehemul’; yanî ber xwe bide ku aramî, aştî û azadî li benda te be. Em dixwazin li ser axa xwe hemû gelên Rojhilata Navîn bi azadî, bi aramî û aştî bi hev re bijîn. Em dixwazin li ser axa xwe ava xwe vexwin. Ava me zêde ye, têra hemû welat dike. Axa me dewlemend e, dikare me hemûyan têr bike. Lê gava ax û av di destê hêzekê de be, zilm û neheqî derdikeve holê. Em ji bo hemû gelan doza aştî, aramî, azadî û wekheviyê dikin.”
Werger: Omer Dilsoz