Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên îdarî û pîşeyî yên kurdî ku di rêveberiyên herêmî de têne bikaranîn, atolyeyek li dar xist.
Di bin pêşengiya Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û saziyên ziman de, ji meha nîsanê vir ve her hefte ji bo standardkirina têgehên şaredariyê yên kurdî (kurmancî) xebat dihatin meşandin. Di vê çarçoveyê de heta niha 25 civîn hatine kirin. Ji bo nirxandina vê ezmûnê û hevparkirina pirsgirêkên termînolojîk ev atolye hat organîzekirin.
Akademisyen û zimannas beşdar bûn
Atolye li otelekê li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Tevî xebatkarên Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman, akademisyen û zimannasên ji hundir û derveyî welat beşdarî bernameyê bûn.
Di atolyeya ku li gorî polîtîkayên şaredariya pirzimanî hat kirin de, li ser standardkirina têgehên kurdî û termên pîşeyî nîqaşên berfireh hatin meşandin. Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê avakirina termînolojiya îdarî ya kurdî de parve kirin û beşdarî pêvajoyê bûn.
Atolye wê sê rojan bidome
Têgehên şaredariyê yên kurdî ku di dawiya atolyeya 3 rojî de werin biryardar kirin, wê di şaredariyên ku xizmeta pirzimanî didin de wekî zimanekî hevpar werin bikaranîn.
Çareseriya pirsgirêkên termînolojîk
Hat diyarkirin ku armanca sereke ya atolyeyê tespîtkirin, nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên termînolojîk ên di têgehên şaredariyê de ne. Bi van xebatan tê armanckirin ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên herêmê de di termên kurdî de standardîzasyon pêk were.
Termên standard wê li ser tabelayan cih bigirin
Piştî atolyeyê, tê plankirin ku têgehên kurdî yên hatine standardkirin, li gorî polîtîkayên pirzimaniyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser tabelayên şaredariyê werin zêdekirin.
Werger: Omer Dilsoz