Print this page

Hevşaredar çûn serdana Platforma Şaxên KESKê ya Amedê

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) ya Amedê.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ligel Hevberdevkên Meclîsa Şaredariyê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, serdana Platforma Şaxên KESKê ya Amedê kirin. Hevdîtin li avahiya Şaxa 1'emîn a Egitim Senê pêk hat û Hevşaredar ji aliyê nûnerên Platforma Şaxên KESKê ve hatin pêşwazîkirin.

Pirsgirêkên rojane yên bajêr hatin gotûbêjkirin

Di hevdîtinê de mijarên wekî; xizanîbûna kûr a li bajêr û bandora vê ya li ser perwerdehiyê, tesîsên civakî, kreş, veguhastin û pêşxistina projeyên hevpar ligel rêveberiyên herêmî hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku kêmkirina xizaniyê di nav armancên bingehîn de ye û girîngiya hevkarî û tifaqa di vê rêyê de hat parvekirin. Hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr, divê piştgiriya di navbera sendîka û rêveberiyên herêmî de were xurtkirin.

Nûnerên Platforma Şaxên KESKê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anîn ziman û spasiya Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery