Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar a ji bo têgehên îdarî û pîşeyî yên kurdî ku di rêveberiyên herêmî de tên bikaranîn, beşdarî komxebatê bûn.
Bi pêşengiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî ve û sazî û dezgehên ziman, ji meha nîsanê vir ve bi armanca standardkirina termên şaredariyê yên kurdî (kurmancî) her hefte xebatên birêkûpêk hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de heta niha 25 civîn hatin kirin. Ji bo nirxandina vê ezmûnê û hevparkirina pirsgirêkên termînolojîk, di dîrokên 24, 25 û 26ê Kanûnê de komxebatek hat lidarxistin.
Hevşaredar beşdarî atolyeyê bûn
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, xebatkarên Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman, akademîsyenên ji hundir û derveyî welêt û zimannas beşdarî rûniştina dawî ya atolyeyê bûn ku li oteleke navçeya Sûrê hat lidarxistin.
Hevşaredar û akademîsyenan li ser têgehên ku di şaredariyan de ji bo qadên gundewarî, xizmetên avê û qadên giştî tên bikaranîn nîqaş kirin. Hevşaredar jî tevlî nîqaşan bûn û nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.
Derbarê atolyeyê de
Di atolyeya ku di çarçoveya polîtîkaya şaredariya pirzimanî de hat lidarxistin de, ji bo standardkirina têgehên kurdî û termên pîşeyî yên ku di şaredariyan de tên bikaranîn nirxandinên berfireh hatin kirin. Beşdaran bi parvekirina nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê avakirina termînolojiya îdarî ya kurdî de keda xwe dan pêvajoyê.
Tê armanckirin ku termên şaredariyê yên kurdî ku piştî atolyeyê dê werin teqezkirin, di şaredariyên ku xizmeta pirzimanî didin de bi rengekî ku zimanekî hevpar ava bike werin bikaranîn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
