Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak, Serokê Klûba Dersimsporê Ali Galip Aytaç û endamên lijneya rêveberiyê kirin mêvan.
Serokê Klûba Dersimsporê Ali Galip Aytaç û endamên lijneya rêveberiyê yên pê re, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê ziyaret kir. Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucakê bi Aytaç û endamên lijneya rêveberiyê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, li ser armancên Dersimsporê nêrîn hatin parvekirin. Hevşaredar Bucakê kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anî ziman û ji bo rêveberiya nû ya Dersimsporê daxwazên serkeftinê ragihandin.
Di dawiya serdanê de, Serokê Klûba Dersimsporê Ali Galip Aytaç formaya Dersimsporê diyarî Hevşaredar Bucakê kir. Aytaç û endamên lijneya rêveberiyê, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun vexwendin bo pêş maçeke Dersimsporê.
Werger: Omer Dilsoz