Print this page

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo têkoşîna li dijî berfê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo têkoşîna li dijî berfê ya li navenda bajêr û taxên gundewarî, li 6 şantiyeyan 1200 ton xwê stok kir û dê bi 100 xebatkarî li qadê be.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Temîrkirina Rêyan, beriya barîna berfê ya ku li Amedê tê payîn, li navenda bajêr û taxên gundewarî hemû amadekariyên xwe yên li dijî berf û qeşagirtinê qedandin. Ekîb dê li dijî neyîniyên muhtemel bi pergala dewriyeyê (vardiya) 7/24 li qadê wezîfedar bin.

Serokatiya daîreyê ku li 6 şantiyeyên cuda yên li seranserê bajêr amadekariyên xwe didomîne, ekîb û alavên (ekîpman) ku dikarin tavilê destwerdanê li xebatên paqijkirina berfê, xwêkirin û vekirina rêyan bikin amade kirin da ku veguhastin neyê birîn.

100 xebatkar û 1200 ton xwê di stokê de ne

Di çarçoveya têkoşîna li dijî berf û qeşayê de, Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Temîrkirina Rêyan dê bi 100 xebatkarî, 1200 ton têkela xwê û agregaya xwê, 10 wesayîtên paqijkirina berfê û xwêkirinê, 16 greyder, 10 kolaner-barhilgir, 6 loder û 20 pîkapan li qadê wezîfedar be.

Ekîb dê li herêmên ku tê payîn barîna berfê lê bi bandor be, bi taybetî li rêyên taxên gundewarî û arterên sereke xebatan bimeşînin. Ekîb dê bi dewriyeyên ku şev û roj berdewam dikin, amade bin da ku veguhastin neyê sekinandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery