Li Taxa Kaynartepeyê xizmetên piştgiriyê ji bo jinan hatin vegotin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebateke qadê ya li Taxa Kaynartepeyê jin derbarê xizmetên piştgiriyê, pêvajoyên serlêdanê û Xeta Alo Şidetê de agahdar kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, xebatên xwe yên agahdarkirinê yên ji bo jinan li taxan didomîne. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya xebatkarên Navenda Vekolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) û Navendên Jiyanê yên Yenîkoy û Koşuyoluyê, li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê xebateke qadê hat meşandin.

Tîmên ku li taxê serdana 150 malan kirin, broşurên agahdariyê yên derbarê xizmetên navendên piştgirî û jiyanê de li jinan belav kirin. Her wiha tîman strikerên Xeta Alo Şidetê belav kirin û derbarê derfetên piştgirî û serlêdanê yên vê xetê de agahî dan.

Di dema serdanan de pêvajoyên serlêdanê û mekanîzmayên piştgiriyê bi berfirehî ji jinan re hatin vegotin û derbarê kurs û çalakiyên li navendên jiyanê de jî agahdarî hatin dayîn.

Di xebata qadê de her wiha daxwazên jinan ên têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin jî hatin girtin û ji bo yekeyên peywendîdar re hatin şandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery