Print this page

Rêyên gundan ku ji ber berfê hatine girtin tên vekirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo vekirina rêyên taxên gundewarî yên ku li navçeyên Lice, Pasûr, Hênê û Çermûqê ji ber berfa zêde hatibûn girtin, xebatên xwe berdewam dikin.

Li van her çar navçeyan berfa ku bandoreke nexweş li jiyana rojane kir, rêyên gundan girtin. Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Parastina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên ku bi roj dabûn destpêkirin di saetên şevê de jî didomînin.

Li 4 navçeyan xebateke dijwar

Ji bo ku welatî nebin mexdûr û çûnûhatin bi silametî pêk were, ekîb li qadê bi şev û roj dixebitin. Bi taybetî li herêmên ku berf lê zêde bariya ye, ekîbên şaredariyê bi hemû derfetên xwe ve seferber bûne.

Ji bo ambulansê rê hat vekirin

Li taxa Arkatînê ya navçeya Pasûrê, ambulansa ku diçû nexweşekî hilde di rê de ma. Piştî agahdarkirinê, ekîb bi lez gihîştin herêmê û nêzîkî 20 kîlometre rê ji berfê paqij kirin. Bi vekirina rê, ambulans gihîşt taxê û welatiyê nexweş bi serkeftî rakirin nexweşxaneyê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery