Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên “Çareserî li Şûna Wê” de li gorî daxwazên welatîyan xebatên qadê li seranserê bajêr didomîne. Ekîbên Serokatîya Daîreya Çapemenî û Têkilîyên bi Gel re, li taxan lêkolîn kirin; pirsgirêkên derbarê rê, binesazî û ewlehîya trafîkê de tespît kirin û bi yekeyên têkildar re koordînasyon ava kirin.
Di vê çarçoveyê de xebatên hatine kirin:
•Rê û Asfalt: Li navçeya Peyasê, Taxa Firatê (Kolana 578’an), li derdora Dibistana Navîn a Talaytepeyê xebatên asfaltê hatin kirin. Bi vê xebatê re şert û mercên veguhastinê yên li derdora dibistanê hatin başkirin.
•Ewlehîya Peyayan: Li Taxa Barişê (Kolana 1039’an), li ber Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Anadolu ya 500 Evlerê ji bo ewlehîya peyayan xetên derbasbûnê hatin xêzkirin.
•Av û Binesazî: Li navçeya Yenîşehîrê, Taxa Çelik Evlerê di dema serdanên esnafan de daxwazên derbarê saetên avê de hatin girtin. Piştî kontrolan, rewşên ku dibûn sedema fatureyên xelet hatin rastkirin û sîstema saetên avê ya bînayekê hat nûkirin.
Serokatîya Daîreya Çapemenî û Têkilîyên bi Gel re dê xebatên xwe yên qadê bidomîne da ku ji pirsgirêkên welatîyan re li şûna wê çareserîyan peyda bike.
Werger: Omer Dilsoz