Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên welatîyan hejmara wesayîtên xeta B8 zêde kir û saetên seferên nava hefteyê yên xeta G2 ji nû ve sererast kir.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê, di xetên veguhastina giştî de guhertin çêkirin. Di vê çarçoveyê de:
Di xeta B8 de hejmara wesayîtan ji 6’an derxistin 8’an.
Dema bendemayînê ji 25 deqîqeyan daxistin 17 deqîqeyan.
Saetên seferên nava hefteyê yên xeta G2 (Gundê Arbecînê–Deriyê Çiyê) li gorî hewcedarîyan hatin guhertin.
Saetên Seferên Xeta G2
Nava Hefteyê:
•Rabûna ji Arbecînê: 06:50 – 10:00 – 14:00 – 18:00
•Rabûna ji Deriyê Çiyê: 09:00 – 13:00 – 17:30
Dawîya Hefteyê:
•Rabûna ji Arbecînê: 07:00 – 12:00 – 18:00
•Rabûna ji Deriyê Çiyê: 06:00 – 11:00 – 16:30
(Roja Yekşemê sefer nayên kirin.)
Rêgeha Xeta G2
Arbecînê – Başîl – Guzelkoy – Ayneto – Hecîsomana – Hayexîk – Zimê Eyîx – Seyrantepe – Tesîsler – Bayindirlik – Bayramoglu – Koşuyolu – Kolana Gevranê – Kolana Elezîzê – Deriyê Çiyê.
Ev sererastkirin, ji roja Duşemê 29’ê Berfanbarê (Kanûn) ve dest pê dikin.
Werger: Omer Dilsoz