Print this page

Hevşaredar beşdarî daxuyaniya Komkujiya Rûbozkê bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi boneya salvegera komkujiya Rûbozkê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn ku li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin.

Ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve, ji bo 14’emîn salvegera qetilkirina 34 kesan ku 19 ji wan zarok bûn û di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Rûbozkê yê navçeya Qilabana Şirnexê hatibûn kuştin, daxuyaniyek hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniya li ber AZC Plazayê bûn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên ku ji roja komkujiyê û vir ve didomin; hat daxwazkirin ku komkujiya Rûbozkê bi her awayî were ronîkirin û berpirsiyar werin darizandin.

Piştî daxuyaniyê, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun tevî şandeya pê re, ji Cadeya Yaşar Kemal (Ekinciler) heta Stad Parkê meşiyan. Di dema meşê de banga beşdarbûna mîtînga “Hêvî û Azadî” ku wê di 4’ê Rêbendanê de li Meydana Îstasyonê were lidarxistin, li welatiyan hat kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery