Print this page

Hevşaredar Hatun: Em ê Navenda Koordînasyona Afetê ava bikin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna lijneya giştî ya Komeleya Rêveberiya Afetê û Piştevaniyê bû û diyar kir ku ew ê Navenda Koordînasyona Afetê ya ku dê xizmetê bide tevahiya herêmê ava bikin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî 1’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Rêveberiya Afetê û Piştevaniyê bû ku li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin. Hevşaredar Hatun di bernameyê de axivî û bal kişand ser xebatên koordînasyonê yên ku rêxistinên civakî yên sivil piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên bi navenda Mereşê pêk hatibûn.

Hatun xebatên di pêvajoya erdhejê de hatine meşandin bi bîr xist û got: “Me koordînasyoneke bajêr ava kir û avahiyên bi xesar tespît kirin. Me koordînasyona xwe ava kir, endezyarên pispor daketin qadê. Me diyar kir ku dê gel li ku derê kom bibe. Berpirsên vê koordînasyonê; kî, kengî, li ku derê û dê li kê bigere, me yek bi yek zelal kir. Kesên xwedî rayê û xwedî gotin jî ji me re gotin ‘rawestin’; em dan sekinandin. Me jî di bin baneya saziya xwe (TMMOB) de ji bo Bazarcix, Elbistan, Semsûr û Meletiyê çar navendên koordînasyonê yên cuda diyar kirin.”

Hatun di vê pêvajoyê de bal kişand ser refleksa piştevaniya gel û got: “Dema me ji gelê xwe re got ku me koordînasyon ava kiriye û li van bajaran kevir li ser kevir nemaye, mirovan tevir, bêr û kulingên xwe girtin û hatin hewara me. Dema ji bo gel gavek tê avêtin, gel bi dil û can bersivê dide vê yekê. Di wê pêvajoya dijwar de koordînasyoneke serkeftî hat avakirin. Yek ji van pêkhateyan jî koordînasyona ‘ji nû ve avakirinê’ bû.

‘Em ê pêvajoya îhaleya AKOM’ê bidin destpêkirin’

Hevşaredar Hatun diyar kir ku dema wan Şaredariya Bajarê Mezin dewr girtiye, yek ji armancên wan ên sereke avakirina Navenda Koordînasyona Afetê (AKOM) bûye û got ku di vê çarçoveyê de amadekarî berdewam dikin. Hatun destnîşan kir ku AKOM dê navendeke ji saziyên civakî yên sivil re vekirî be û dê ne tenê ji Diyarbekirê re, ji bajarên herêmê re jî xizmetê bike û wiha axivî:

“Di vê navendê de dê qadên perwerdeyê, alavên mudaxaleyê, depo û sîlo hebin. Her wiha dê ji bo pisporên ku ji derve tên jî cihên mayînê hebin. Di sala 2026’an de em ê milên xwe hildin û ji bo çêkirina vê navendê pêvajoya îhaleyê bidin destpêkirin. Ev der ne tenê ji bo Serokatiya Daîreya Afetê ye, di heman demê de ji bo saziyên civakî yên sivil e; me plansaziya xwe li gorî vê kir. Em ê ji bo tevahiya herêmê navendeke hewara profesyonel, Navendeke Koordînasyona Afetê ya mezin wek armanc deynin ber xwe.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery