Print this page

Hevşaredar Bucak beşdarî ayîna Noelê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi munasebeta Cejna Noelê beşdarî ayîna ku li Dêra Meryem Ana ya li navçeya Sûrê hat lidarxistin bû.

Hevşaredar Serra Bucak, ji ber Cejna Noelê beşdarî merasîma li Dêra Meryem Ana ya li Sûrê bû. Tevî Hevşaredar Bucak; Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Qeşe Gabriel Akyuz di dema ayînê de axivî û bal kişand ser girîngiya pîrozkirina hemû cejnên dînî bi hev re û di nava aştiyê de. Akyuz daxwaz kir ku sala nû aştî, aramî û tenduristiyê bi xwe re bîne.

Ayîna Noelê piştî vêxistina mûman û girtina miradan bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

Image Gallery