Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedspor–Îdirsporê ligel Leyla Zana ya ku mêvana Klûba Amedsporê bû, ji tribuna protokolê şopand.
Di hefteya 19’an a lîgê de Amedsporê di Stadyuma Amedê de mazuvaniya Îdirsporê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ligel Leyla Zana ya ku ji aliyê Klûba Amedsporê ve hatibû vexwendin, maç ji tribuna protokolê temaşe kir. Her wiha Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, hevşaredarên navçeyan, parlamenter û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî maç şopandin.
Pêşwazîkirina li stadyumê
Leyla Zana, li Stadyuma Amedê ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren ve hat pêşwazîkirin. Di dema maçê de Hevşaredar Bucak û Leyla Zana bi hev re li tribuna protokolê rûniştin.
Piştgiriya ji tribunan
Beriya maçê û di dema maçê de alîgirên li tribunan bi dirûşm û çepikên xwe piştgiriya xwe ya ji bo Leyla Zana nîşan dan.
Amedsporê di encama maçê de Îdirspor 3-0 têk bir, bi vê serkeftinê puanê xwe derxist 39’an û di lîgê de bû lîder.
Werger: Omer Dilsoz