Print this page

Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwêkirinê û berfmalînê dimeşîne

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr a ku barîna berfê lê bi bandor e, xebatên xwêkirinê û berfmalînê bêyî navber didomînin.

Li Amedê barîna berfê ya ku di saetên sibê de dest pê kir, bandora xwe didomîne. Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, li dijî berf û qeşagirtinê li seranserê bajêr daketin meydanê.

Li navçeyên Rezan (Baglar), Sûr, Bajarê Nû (Yenişehir) û Peyasê (Kayapinar), li ser rêyên serekî û rêgehên qelebalêx xebatên xwêkirinê bêyî sekin tên kirin. Ekîb ji bo ewlehiya ajokar û peyayan, bi taybetî li xaçerê, rampa û piran destwerdanên pêşîn dikin.

Ekîb li seranserê bajêr dixebitin

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan ên ku li 6 şantiyeyên cuda yên li navçeyên gundewar hatine bicihkirin, xebatên xwe yên li dijî neyîniyên muhtemel didomînin. Ji bo ku gihandin û çûnûhatin nesekine, xebatên berfmalê, xwêkirinê û vekirina rêyan tên kirin.

Her wiha ekîbên ser bi Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve jî, li ser peyarê û di parkan de xebatên paqijkirina berfê pêk tînin.

Hişyariya tekerên zivistanê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber barîna berfê ya li seranserê bajêr hişyarî da hevwelatiyan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi wesayîtên ku tekerên wan ên zivistanê tune ne û ji bo şert û mercên berfê ne guncan in, dernekevin trafîkê.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya tercîhkirina wesayîtên veguhastina komî da ku rê li ber rîskan bê girtin û ewlehiya trafîkê pêk were. Hat diyarkirin ku ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li seranserê bajêr li ser kar in û bang li hevwelatiyan hat kirin ku ji bo ewlehiya can û malê xwe, pabendî tevdîrên hatine girtin bin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery