Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xebatên berfmalîn û xwêkirinê li seranserê bajêr bêyî navber didomînin, li ser Rêyên Bejayî yên Riha û Elezîzê jî dest bi xebatê kirin. Ev rê di bin berpirsyariya Rêyên Bejayî de ne, lê ji ber ku xebat lê nehatibûn kirin trafîk sekinîbû.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber barîna berfê ya dijwar, ji bo ku di gihandinê de astengî çênebin xebatên xwe didomîne. Ekîbên ku ji serê sibê ve derketine sahayê, bi 40 wesayît û 180 xebatkaran xebatên berfmalîn û xwêkirinê dimeşînin.
Ji ber ku li ser Rêyên Bejayî yên Riha û Elezîzê tu xebat nehatibûn kirin, li ser baznerêkên derdorê astengî çêbûn. Li ser vê yekê, rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin bi Midûriyeta Herêmê ya 9’emîn a Rêyên Bejayî re hevdîtinek pêk anîn.
Di encama hevdîtinê de piştî ku destûr hatin girtin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li ser Bulvara Rihayê û Bulvara Elezîzê dest bi xebatan kirin. Ekîb li her du bulvaran jî xebatên berfmalîn û xwêkirinê bi awayekî çalak didomînin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
