Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji ber berfbarîna ku li navenda bajêr berdewam dike, li ser rêyên serekî, rêyên nexweşxaneyan û li deverên qerebalix xebatên xwêkirin û paqijkirina berfê bê navber didomînin. Şaredariya Bajarê Mezin diyar kir ku wesayîtên bê lastîkên zivistanê trafîkê asteng dikin û hişyarî da welatiyan.
Bi destpêkirina berfbarîna sibehê re, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên li qadê zêdetir kirin. Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, bi 40 wesayît û 180 xebatkaran li seranserê bajêr xebatên xwêkirin û paqijkirina berfê dimeşînin.
Rêyên serekî û deverên qerebalix
Ekîbên ku li navçeyên Rezan (Baglar), Sûr, Bajarê Nû (Yenîşehir) û Peyasê (Kayapinar) xebatên xwe didomînin, ji bo ewlehiya ajokar û peyayan bi taybetî li çatrerê, qulm û piran midaxaleyên pêşîn dikin. Her wiha ekîb berfa li ser peyaran (trotuar) jî paqij dikin da ku çûnûhatina peyayan bi ewle be.
Deriyên nexweşxaneyan hatin xwêkirin û vekirin
Ji bo ku berfbarîn nebe asteng li ser çûnûhatinê, ekîbên DBB’ê li ser rêyên nexweşxaneyan xebatên xwêkirinê pêk anîn. Derî û derdora nexweşxaneyan ji berfê hatin paqijkirin û ji bo veguhastinê vekirî hatin girtin.
Hişyarî ji bo welatiyan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî têkoşîna li dijî berfê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî daneyên meteorolojiyê tê payîn ku berfbarîn zêde bibe û xetereya qeşagirtinê berdewam bike. Şaredariyê ji bo parastina can û malê welatiyan ev hişyarî dan:
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sedema bingehîn a qerebalixî û girtina trafîkê, ew wesayît in ku lastîkên wan ên zivistanê nîn in û li ser berf û qeşayê di rê de dimînin. Hat ragihandin ku ev rewş hem ji bo ajokaran hem jî ji bo bikarhênerên din ên rê xetereyên mezin çêdike û xebatên ekîbên hawarçûnê jî asteng dike.
DBB’ê bang kir ku bila wesayîtên bê lastîkên zivistanê dernekevin trafîkê, ji derveyî rewşên mecbûrî wesayîtên taybet neyên bikaranîn, welatî serî li veguhastina giştî bidin û ajokar bi baldarî tevbigerin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo veguhastineke bêkêmasî 24 saetan li ser kar in û hestiyariya welatiyan dê bibe alîkar ku pêvajoya zivistanê bi ewletir derbas bibe.
Werger: Omer Dilsoz