Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî berfê de, li taxên gundewar (gundan) bi giştî 572,5 kîlometre rê ji çûnûhatinê re vekir.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, ji bo ku berfbarîn nebe asteng li ser veguhastinê, xebatên paqijkirina berfê û vekirina rêyan li qadê didomînin. Di encama xebatên li navçeyan de, ev rêyên li jêr hatin vekirin:
•Rezan (Baglar), Çinar û Peyas (Kayapinar): 86,5 kîlometre
•Pasûr: 145 kîlometre
•Lice: 150 kîlometre
•Hênê: 85 kîlometre
•Şankuş (Çungûş): 46 kîlometre
•Çermûk: 4,5 kîlometre
•Erxenî: 55,5 kîlometre
Bi giştî tora rêyan a 572,5 kîlometre hat paqijkirin û ji bo veguhastinê amade bû.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî li navçeyên gundewar bi ewlehî çûnûhatina xwe bikin, li herêmên ku berf lê dibare xebatên xwe bê navber didomînin.
Werger: Omer Dilsoz