Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên ku tîm ji ber barîna berfê dimeşînin li cihêcih şopandin û hişyarî da şofêrên ku tekerên zivistanê pê ve nîn in ku dernekevin trafîkê.
Li Amedê barîna berfê ya ku saetên sibehê dest pê kiribû, bi bandor didome. Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan li seranserê bajêr li dijî berf û qeşayê xebatên xwe didomînin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî xebat li cihêcih şopandin û pêvajoyê koordîne dike.
Hevşaredar Bucak li ser Rêya Farqînê, Çerxerêya Seyrantepeyê, Taxa Ezîziyeyê, Rêya Fîskaya ya Zanîngeha Dîcleyê û Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê lêkolîn kirin; bi şofêran re sohbet kir û hişyarî da wan ku tekerên zivistanê bi kar bînin. Bucak, piştre li navenda koordînasyona xebatan a li navçeya Baglarê, li kampusa Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan jî lêkolîn kirin.
Hevşaredar Bucak: Hemû tîmên me li qadê ne
Bucak piştî lêkolînan daxuyanî da û bal kişand ser ku rewş li seranserê bajêr stabîl e û wiha got:
“Hemû arterên me yên sereke, hemû viyadukên me, Binbihûrka Ofîsê, Batikent-otogara navçeyan a kevin, Fîskaya, Seyrantepe, Ezîziye û avahiyên TOKÎ’yê jî di nav de, hemû qadên me di rewşeke stabîl de ne. Rê vekirî ne. Wesayîtên me yên berfpaqijkirinê û yên xwêreşandinê; bi hemû derfetên her 4 navçeyên navendî û bi yên Şaredariya Bajarê Mezin, bi nêzî 50 wesayît û nêzî 200 xebatkaran li qadê ne. Ev rewş dê heta sibehê bi vî rengî berdewam bike.”
Hevşaredar Bucak hişyariya qeşayê (cemedê) da û diyar kir ku barîna berfê dê saet di 23.00’an de bisekine, lê tîmên berfpaqijkirin û xwêreşandinê dê heta sibehê li dijî qeşayê li qadê bin.
'Pirsgirêka herî mezin bikarneyanîna tekerên zivistanê ye'
Bucak destnîşan kir ku li ser rêyên navber hinek pirsgirêk hene lê sedema sereke ne bikaranîna tekerên zivistanê ye:
“Em dubare dibêjin; xwediyên wesayîtên ku tekerên wan ên zivistanê nîn in, heta ku ne neçar bin bila dernekevin trafîkê. Ji ber ku rê vekirî bin û xwê hatibe reşandin jî, em bi xwe bûn şahid ku bi taybetî li ciyên bi rampa û şibihoran de wesayît dihejihin û diqerisin. Ev yek dibe sedema qerebalixa trafîkê. Rewşa ku me îro li Seyrantepe û Rêya Farqînê dît ev bû.”
Bucak di dawiyê de bang li gel kir ku daxuyaniyên Şaredariya Bajarê Mezin bişopînin û heke hewce bike dikarin li Navenda Bangê ya Alo 153 bigerin.
Werger: Omer Dilsoz
