Piştî berfa ku duh li Diyarbekirê bi bandor bû, Şaredariya Bajarê Mezin bi armanca ewlehiya peyayan; li ser peyarê, rêyên peyayan, serborî, park û li ber nexweşxaneyan li dijî qeşagirtinê xebateke berfireh a paqijkirinê û xwêkirinê da destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî berfa ku duh li seranserê bajêr bandora xwe nîşan da, li dijî qeşagirtina ku gefê li ewlehiya peyayan dixwe daket qadê. Xebatên ku bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê hatin meşandin, tîmên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û tîmên şaredariyên navçeyan jî beşdar bûn.
Ji bo rakirina qeşagirtina ku li ser peyarê, rêyên peyayan, serborî, qadên parkan û li ber nexweşxaneyan çêbûne, tîm ji saetên serê sibê ve li qadê wezîfe girtin. Kerên cemedê yên ku ji bo peyayan rîsk çêdikirin bi bêran hatin şikandin û paqijkirin; her wiha ji bo pêşî li qeşagirtina nû bê girtin, li ser peyarêyan xebatên xwêkirinê jî hatin kirin.
Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî berf û qeşayê de, bi taybetî pêşî li wan deran hat girtin ku welatî bi giranî bi kar tînin. Bi saya xwêkirinê, tê armanckirin ku berf û kerên cemeda komkirî zûtir bihelin û veguhastina peyayan bi awayekî ewle pêk bê.
326 xebatkar di xebatan de cih digirin
Xebat, bi tevahî ji aliyê 326 xebatkaran ve têne meşandin ku 100 ji wan girêdayî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û 226 jî girêdayî Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan in. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên paqijkirin û xwêkirinê yên li dijî qeşagirtina muhtemel li seranserê bajêr bê navber bidomînin.
Werger: Omer Dilsoz