Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên li ser rêyên taxên gundewarî (gundan) de, li 12 navçeyan bi tevahî 914,5 kîlometre rê vekir.
Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, ji bo ku li taxên gundewarî yên Amedê veguhastin neyê birîn, xebatên xwe yên vekirina rêyan li 17 navçeyên bajêr bi şev û roj didomîne.
Di encama xebatan de; li Pasûrê 227, li Lîceyê 150, li Çinarê 103, li Hênê 85, li Erxenî 82,5, li Rezanê 72,5, li Şankuşê 64, li Farqînê 58, li Bismilê 35,3, li Peyasê 22, li Yenîşehirê 10,7 û li Çermûgê 4,5 kîlometre rê hatin vekirin.
Tîman li navçeya Pasûrê rêyên hin taxan vekirin û bi vî awayî gihandina nexweşan a bi ambulansan ber bi nexweşxaneyan ve hêsan kirin.
Xebatên tîman ên paqijkirina berfê li rêyên taxên gundewarî yên her 17 navçeyan berdewam dikin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
