Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber barîna berfê, qeşayê û cemidê ku li seranserê bajêr bi bandor e, biryar da ku di dîrokên 31'ê Kanûnê û 1'ê Rêbendanê de wesayîtên veguhastina giştî li navenda bajêr 2 rojan belaş xizmetê bidin.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ewlehiya çûnûhatina welatiyan a di van şert û mercên giran de biryareke girîng girt. Di vê çarçoveyê de, wesayîtên veguhastina giştî yên li navenda bajêr dê di 31'ê Kanûnê û 1'ê Rêbendanê de 2 rojan bêpere bin.
Hate diyarkirin ku ev biryara şaredariyê bi armanca teşwîqkirina bikaranîna veguhastina giştî, kêmkirina qerebalixa trafîkê û pêşîgirtina li neyîniyên muhtemel hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo ewlehiya can û mal, welatî heta ku neçar nebin bila wesayîtên xwe yên taybet nekar bînin û tercîhkirina veguhastina giştî xwedî girîngiyeke mezin e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî neyîniyên muhtemel xebatên xwe bê navber didomînin û ji bo dabînkirina ewlehiya veguhastinê hemû tevdîrên pêwîst hatine girtin."
Werger: Omer Dilsoz