Hevşaredar xebatên têkoşîna li dijî berfê li qadê koordîne dikin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên ku bi şev û roj li dijî barîna berfê û qeşayê têne meşandin li cihêcih koordîne kirin û bang li welatiyan kirin ku wesayîtên veguhastina giştî bi kar bînin.

Li Amedê barîna berfê ya ku dihate payîn dest pê kir. Xebatên amadehî û destwerdanê yên ku ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li dijî berf û qeşayê bi şev û roj dimeşînin, ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ve têne koordînekirin. Hevşaredar saet di 05:55’an de çûn wargeha Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan a li navçeya Baxlarê ku koordînasyona xebatan lê tê kirin û li wir agahî girtin. Hevşaredaran xwest ku ekîb li xalên stratejîk ên bajêr werin bicihkirin.

Hevşaredaran li wargeha Daîreya Rêyan geriyan û bi kedkarên qadê re sohbet kirin. Piştre li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê bi hevşaredarên navçeyên Peyas, Sûr, Rezan û Yenîşehîrê re civiyan û li ser xebatên koordînasyona ku di bin pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de hatî avakirin, danûstandina ramanan kirin.

‘Xebat bê navber didomin’

Hevşaredar Serra Bucak der barê xebatan de axivî û diyar kir ku ekîb li dijî berfê bi şev nesekinîne û got ku ew li ser arterên sereke yên di bin berpirsiyariya Rêyên Bejayî de bi awayekî koordîne dixebitin. Bucak wiha got: “Hemû hevalên me yên ekîbê vê şevê bê navber xebitîn. Hemû ekîbên daîreya me ya rêyan, wesayîtên berfmalîn û xwêkirinê li qadê ne. Li hemû viyadukan, ber deriyê nexweşxaneyan, servîsên acîl û li hemû deverên bin berpirsiyariya şaredariya me, li ser piran, bulvar û kûçeyan xebatên xwêkirinê bi dijwarî didomin. Saet di 05:52’an de barîna berfê bi giranî dest pê kir.”

‘Veguhastina giştî 2 rojan belaş e’

Hevşaredar Bucak da zanîn ku wan xizmetên veguhastina giştî 2 rojan kirine belaş û ev bang li welatiyan kir: “Bila gelê me kerem bikin wesayîtên xwe yên taybet bi kar neynin. Di şûna wê de otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên ku 2 rojan belaş in tercîh bikin. Wesayîtên ku tekerên wan ên berfê nîn in, bila di bin vê berfa giran de dernekevin trafîkê. Di şûna wê de meşê tercîh bikin an jî veguhastina giştî bikar bînin.”

‘Gelê me dikare xwe bigihîne me’

Bucak destnîşan kir ku ekîb li qadê aktîf in û wiha got: “Ekîbên me li qadê ne. Navenda me ya Bangê Alo 153 aktîf e. Hemû hesabên me yên medyaya civakî aktîf in. Gelê me dikare xwe bigihîne me; dikarin 7/24 bi Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyên me re têkiliyê deynin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery