Bi barîna berfê ya li seranserê bajêr re, di bin koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, bi şaredariyên navçeyan re xebateke berfireh a berfmalîn, vekirina rêyan, xwêkirin û têkoşîna li dijî qeşayê tê meşandin. Di çarçoveya xebatan de bi giştî 850 xebatkar li qadê peywirdar in.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi awayekî koordîne bi şaredariyên navçeyan re xebatên têkoşîna li dijî berfê bê navber didomîne. Di vê çarçoveyê de; ekîbên ji Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binavahî û Parastina Rêyan û şaredariyên navçeyan pêk tên, li seranserê bajêr xebatên paqijî û vekirina rêyan dimeşînin.
Li ser piran xebateke dijwar
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî bi ewlehî bimeşin û pêşî li ketin û birîndarbûnê bigirin, li rêyên nexweşxaneyan, li ser piran û li rawestgehên veguhastina giştî berfê paqij dikin û li dijî qeşayê xwê direşînin.
Ekîbên ku ji bo ewlehiya peya û wesayîtan li arterên sereke û kolanên navberê her dem li qadê ne, ji bo pêşîgirtina li neyîniyên muhtemel hewldaneke mezin didin.
Veguhastina giştî belaş xizmetê dide
Li gorî biryara Serokatiya Daîreya Veguhastinê ku ji ber barîna berfê û qeşayê ji bo ewlehiya çûnûhatina welatiyan girtiye, otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi awayekî belaş xizmetê didin. Serlêdana veguhastina giştî ya bêpere dê di 1'ê çileyê de jî berdewam bike.
Werger: Omer Dilsoz