Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber berfa zêde û ji bo ku heywanên kolanan birçî nemînin, li 50 nuqteyên ku li seranserê bajêr hatine diyarkirin xurek (mama) belav kir.
Serokatiya Daîreya Karên Veterîneriyê, bi zêdebûna bandora berfê re xebatên xwe yên ji bo xwedîkirina heywanên kolanan didomîne. Şaredariya Bajarê Mezin ku bi sê tîman li qadê wezîfedar e, xebatên xwe bi hevkariya Komeleya Dostên Heywanan, Federasyona Mafên Heywanan (HAYTAP) û Navenda Mafên Heywanan a Baroya Amedê dimeşîne. Tîman heta niha li nêzî 50 nuqteyên xwedîkirinê yên ku li seranserê bajêr hatine destnîşankirin, xurek danîn.
Tê armanckirin ku heywanên kolanan birçî û tî nemînin
Welatî dikarin ji bo wan nuqteyên ku nehatine diyarkirin, bi rêya Navenda Bangê ya Alo 153 daxwazên xwe ragihînin. Xebatên belavkirina xurekan; bi taybetî li navçeyên Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê û her wiha li ser Rêya Mêrdînê, herêma Palûkê, di parkan, goristanan û li derdora saziyên cemaweriyê de tên meşandin. Bi van xebatên ku li nuqteyên cuda yên bajêr tên kirin, tê armanckirin ku heywanên kolanan birçî nemînin.
Werger: Omer Dilsoz