Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji ber berfbarîna ku li navenda bajêr didome, li ser arterên sereke, rêyên nexweşxaneyan û kolanên qelebalî de xebatên xwe yên xwêkirin û paqijkirina berfê didomînin.
Tevî berfbarîna ku ev du roj in li seranserê bajêr bi bandor e, ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Parastina Rêyan li qadê xebatên xwe bê navber didomînin. Ekîb, li seranserê bajêr xebatên xwêkirin û kurekirina berfê dimeşînin.
Li arterên sereke û rêyên qelebalix midaxileya pêşîn
Li navçeyên Rezan, Sûr, Bajarê Nû û Peyasê bi taybetî li ser arterên sereke û li wan rêyên ku welatî zêde bi kar tînin, xebat didomin. Ekîb, ji bo parastina ewlehiya şofêr û peyayan li çareriyan, bişokan û derbasokên piran midaxileyên pêşîn dikin. Berfa ku li ser peyarêyan civiyaye jî tê paqijkirin û çûnûhatina peyayan ewle dibe.
Deriyên nexweşxaneyan ji çûnûhatinê re vekirî têne girtin
Ji bo ku di veguhastinê de pirsgirêk dernekevin, li ser wan rêyên ku diçin nexweşxaneyên bajêr xebatên xwêkirinê hatin kirin. Deriyên nexweşxaneyan û derdora wan ji berfê hatin paqijkirin û ji bo çûnûhatinê vekirî hatin girtin.
Li taxên gundewar rê ji bo nexweşan têne vekirin
Serokatiya Daîreya Çêkirin û Parastina Rêyan a DBBê ku li navçeyên gundewar û taxan jî xebatên xwe didomîne, li gorî daxwazên ku tên, ji bo welatiyên nexweş rêyan vedike. Di vê çarçoveyê de li navçeyên Pasûr, Çermûk, Şankuş, Farqîn, Hezro, Gêl û Bismilê, bi ekîbên 112 Tenduristiya Lezgîn re hevkarî hat kirin û hat mîsogerkirin ku welatiyên nexweş bi silametî bigihîjin nexweşxaneyan.
Werger: Omer Dilsoz